Şandeyeke YSPyê ji bo hevdîtinan tê Başûrê Kurdistanê

07-10-2023
RÛDAW
Berdevkê YSPyê Îbrahîm Akin ji Rûdawê re axivî
Berdevkê YSPyê Îbrahîm Akin ji Rûdawê re axivî
Nîşan YSP Îbrahîm Akin Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Partiya Çepên Kesk (YSP) Îbrahîm Akin got, “dê di demek nêzîk de şandeyeke YSPyê biçe Bakurê Îraqê (Başûrê Kurdistanê) û li ser şerê di navbera aliyên Kurdan de goftûgo bikin.”

Berdevkê Partiya Çepên Kesk(YSP) Îbrahîm Akin ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û li ser mijarên di rojevê de nirxandin.

Îbrahîm Akin di axaftina xwe de got:

“Em nikarin vê rejîmê qebûl. Di bin navê pirsgirêka Bekayê de xelkê wekî terorîst bi nav dike û tirseke wisa çêdike ku qaşo dê ev welat parçe bibe. Ev yek, ji bilî sermayegûzariya bo şer û top û tifenkan bi kêrî tişteke din nayê.

Mexdûrên van êrişan dibe gel. Di warê aborî û civakî de jî geşkirina siyaseta dijminatiyê li holê ye lê mixabin ji ber ku opozîsyon ketiye di bin hegemoniya desthilatdariyê de, bêdeng maye û êdî ti wateya hebûna siyaset û opozîsyonê namîne.

Bi nêrîna me, pêwîst e opozîsyoneke din hebe ku ji vê opozîsyonê bihêztir be û rastiyan bibîne.

Di demên pêş de emê hewl bidin ku bi partiyên li parlementoyê re jî bicivin lê mixabin em ji rewşa niha ya van partiyan ne bi hêvî ne.”

“Şer ti sûdê nade Kurdan”

Îbrahîm Akin diyar kir ku hevdîtinên wan yên bi partiyan re berdewam in û got:

“Nexasim jî ji bo serdana Bakurê Îraqê (mebesta wî Herêma Kurdistanê ye) amadekariyên me hene. Em di mijara egera şerê aliyên Kurdan de gelek hestiyar in. Ev yek ti sûdê nade Kurdan.

Em hewldidin ku biratiya aliyên Kurdî xurt bikin. Şandeyên me hevdîtinan dikin lê ji ber ku li herêmê şer û pevçûn gelek zêde ne, em nikarin dema serdanê destnîşan bikin.

Ji ber ku pêwîst e aliyê din jî amade be û niha dem nehatiye diyarkirin. Di demeke herî nêzîk de wê şandeya me biçe Başûr û hevdîtinan bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst