Çima nakokiyên di navbera Demîrtaş û DEM Partiyê de dîsa bûn rojev?

07-02-2024
Ferdî Sak
Başak Demîrtaş
Başak Demîrtaş
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Başak Demîrtaş Berbijêrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ku Başak Demîrtaşê bixwe ragihandibû eger DEM Partî bixwaze ew amade ye ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bibe berbijêr lê wê îro di daxuyaniyekê ragihand ku ji biryara xwe ya berbijêriyê vekişiyaye.

Serokwekîlê Grûba DEM Partiyê Sezaî Temellî li ser biryara Başak Demîrtaşê got:

“Di vê pêvajoyê de desteyên me çawa ku ligel berbijêrên cuda hevdîtin kirine, bi heman awayî ligel birêz Başak Demîrtaşê jî muzakere kirin û gihiştin biryareke hevbeş.

Di encama vê yekê de jî daxuyaniya wê gihişt raya giştî û raya giştî hat agahdarkirin. Çawa ku daxuyaniya wê ya berbijêriyê hêz dabe me, daxuyaniya wê ya niha jî hêz da me.”

Piştî biryara Başak Demîrtaşê şandeyeke DEM Partiyê li Girtîgeha Edîrneyê çû cem Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş.

Demîrtaş bi rêya wê şandeyê nerîna xwe ya li ser biryara hevjîna xwe ya derbarê berbijêriyê de bi raya giştî re parve kir.

“Em dizanin ku em çi dikin”

Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî anî ziman:

“Tişta ku Demîrtaş dibêje ev e. Daxuyaniya berbijêriyê ya Başak Xanimê ji bo bihêzkirina partiya me bû. Daxuyaniya wê ya vekişîna ji berbijêriyê jî di çarçoveya zanyariyên partiya me de ye.

Demîrtaşê hêja dibêje bila gelê me zanibe ku ev hemû pêvajo bi hev re hatiye meşandin. Gelê me bila bi me bawer be û em dizanin ku em çi dikin.”

Beşek ji dengder û alîgirên DEM Partiyê li ser medyaya civakî nerazîbûn derbarê biryara Başak Demîrtaşê de nîşan da û daxwaz kir ku DEM Partî wê biryarê ji nû ve binirxîne.

Vê yekê îdiayên hebûna nakokiyan di navbera Selahattîn Demîrtaş û DEM Partiyê de anîn rojevê lê peyama Demîrtaş a di vê derbarê de jî zelal bû.

Parlamenterê DEM Partiyê Saruhan Oluç got:

“Ez gotinên Demîrtaş dibêjim. Dibêje em yek in û bi hev re ne. Ti cudahî û nakokiyek di navbera me de nîne.

Di navbera min û partiyê de jî nîne. Bila ti kes rê nede wan aliyên ku hewl didin serê gel tevlîhev bikin.”

Niha çav li ser DEM Partiyê ne ka dê li Stenbolê berbijêrekî bihêztir ê ku bibe alternetîfa Başak Demîrtaşê nîşan bide an na.

Tê pêşbînîkirin ku roja înê DEM Partî bersiva vê pirsê bide dengder û alîgirên xwe yên li Stenbolê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst