Selahattîn Demîrtaş li ser namzediya hevjîna xwe axivî

07-02-2024
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Başak Demîrtaş
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş li ser berbijêriya hevjîna xwe Başak Demîrtaşê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê got:

“Daxuyaniya berbijêriyê ya Başak Xanimê ji bo bihêzkirina partiya me bû. Daxuyaniya wê ya vekişîna ji berbijêriyê jî di çarçoveya zanyariyên partiya me de ye.”

Berbijêriya Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş a ji DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê di rojevê de bû.

Tevî ku Başak Demîrtaşê bixwe jî berî çend hefteyan ragihandibû ku eger DEM Partî bixwaze ew amade ye wî erkî bike lê wê îro bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew ji berbijêriyê vekişiyaye.

Di nav dengder û alîgirên DEM Partiyê de biryar bû sedema nîqaş û karvedanan.

Piştî nîqaşan Parlamenterên DEM Partiyê Ruştu Tîryakî û Saruhan Oluç li Girtîgeha Edîrneyê çûn cem Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakli û nêrînên Demîrtaş ên li ser berbijêriya Başak Demîrtaşê bi raya giştî re parve kirin.

“Ji bo bihêzkirina partiya me bû”

Bi gotina Mehmet Ruştu Tîryakî, Selahattîn Demîrtaş gotiye:

“Derbarê vê mijarê de peyameke wî ya zelal heye û em dixwazin vê bi we re parve bikin. Tişta ku Demîrtaş dibêje ev e.

Daxuyaniya Başak Xanimê ya berbjiêriyê ji bo bihêzkirina partiya me bû.

Daxuyaniya wê ya vekişîna ji berbijêriyê jî di çarçoveya zanyariyên partiya me de ye.

Demîrtaşê hêja dibêje bila gelê me zanibe ku ev hemû pêvajo bi hev re hatiye meşandin. Gelê me bila ji me bawer bike û em dizanin ku em çi dikin.”

Piştî ku Başak Demîrtaş ji berbijêriyê vekişiya niha çav li daxuyaniya roja înê ya DEM Partiyê ne ka kî dê li Stenbolê bibe berbijêrê Şaredariya Bajarê Mezin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst