Jinekê di 4 salan de 4 zarokên xwe li nexweşxaneyê hiştin

07-02-2024
RÛDAW
Nîşan Zarok Nexweşxane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Denîzliyê ya Tirkiyeyê Gulşen K.yê (34) di nava 4 salan de 4 zarok anîn cîhanê û ew li nexweşxaneyê hiştin.

Rêveberiya Xizmetên Civakî ya Malbatê li ser bûyerê giliyê Gulşen K. kir.

Di vê çarçoveyê de li ser jina tawanbar îdianame hat amadekirin.

Li gorî nûçeya DHAyê, ji bo jina ku zarokên xwe terikandiye 2 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.

Gulşen K.yê 19ê Tebaxa 2023yan li Nexweşxaneya Dewletê ya Denîzliyê bi sezeryanê kurek anî cîhanê.

Piştî welidînê, Gulşen K.yê zarokê xwe ji nexweşxaneyê wernegirt û bêyî ku agahiyên xwe bide çû.

Li ser bûyerê Rêveberiya Xizmetên Civakî ya Malbatê ya Denîzliyê lêkolîn da destpêkirin.

Piştî lêkolînê rapor hat amadekirin.

Derket holê ku bavê zarok nediyar e û Gulşen K. ji bo pereyan bi kesekî re ketiye pêwendiya zayendî û ducanî bûye.

Her wiha derket holê ku dayîka zarok beriya niha jî bi heman awayî di navbera salên 2020–2023yan de 3 zarok anîne cîhanê.

Wê ji bo her sê zarokan ku nexwest li wan binêre dîlekçe nivîsandibû.

Gulşen K.yê di îfadeya xwe de diyar kir ku wê nexwestiye tawanê bike lê ew debara xwe bi fuhuşê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst