Serokkomarê Îranê: Agirê wan bombeyan dê Siyonîstan bipêçe

18-10-2023
Nîşan Xeze Îsraîl Nexweşxane Êriş Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî da zanîn ew dê li hemberî êrişa li Xezeyê bêdeng nemînin.

Reîsî bi rêya hesabê xwe yê Xê got:

“Agirê wan bombeyên ku îşev bi ser sivîlên bêsûc ên ku li nexweşxenaya li Xezeyê tedawî dibûn bariyan, dê di demeke nêzîk de Siyonîstan bipêçe.”

Li aliyê din, Reîsî ragihand ku roja çarşemê li Îranê şîna giştî ye û got, “Ti mirovê azad nikare li hemberî vî sûcê şer bêdeng bimîne.”

Şava borî êrişî Nexweşxaneya El-Ehlê Baptîstê ya li Xezeyê hat kirin.

Di vê êrişê de herî kêm 500 Filistînî hatin kuştin, bi sedan kes birîndar bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst