Lahûr Şêx Cengî bangî PDK û PKKyê kir

07-12-2024
RÛDAW
Nîşan Lahûr Şêx Cengî PKK Rojavayê Kurdistanê PDK Kurd Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî diyar kir ku divê Kurd rewşa Sûriyeyê wekî derfetê binirxînin û ji PKKyê xwest ku ji bo paşeroj û rewabûna Kurdan li Sûriyetê "siyaseteke mantiqî" bişopîne.

Şêx Cengî diyar kir ku di derbarê Rojava de berpirsyariyeke mezin a PDKyê heye.

Serokê Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî darberê bipêşketinê li Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Şeyh Cengî bal kişand ser wê yekê ku rewşa Sûriyê ji bo kurdan gelekî girîng e û ji aliyê erdnîgarî ve ewlehiya herêmê bi welatên derdorê ve bi taybet bi Îraqê ve girêdayî ye.

Her wiha Şêx Cengî got, "Divê gelê Kurd ji tecrûbe û têkoşîna li Rojavayê îlham bigire.

Îro Kurdên Rojava ji ber bipêşketinên li Sûriyeyê rastî astengî û gefên nû tên.

"Divê em ezmûyê Rojavayê bi ruhekî neteweyî zindî bihêlin"

Şêx Cengî, piştgirîkirina Rojava wek "têkoşîn û erkeke neteweyî" bi nav kir û wiha pê de çû:

"Divê em hemû hewlên xwe bidin ji bo ku ezmûna Kurd li Rojava bi ruhekî bilind ê neteweyî zindî bimîne û paşve gav neavêjin."

"Divê PKK qebûl bike"

Lahûr Şêx Cengî destnîşan kir ku ji bo siberoja Rojava îrade û yekitiya kolektîf pêwîst e û dema vê yekê dikin divê bi ruhekî neteweyî û welatparêziyeke bilind tevbigerin û li ti cudahiyên siyasî û îdeolojîk nerênin.

Her wiha Lahûr Şêx Cengî got, "Ji bo ki Rojava doza Kurd rewa bike û di paşeroja Sûriyeyê de rol bilîze, giring e Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) qebûl bike ku pêwîstiya wê siyaseteke realîst heye.

Divê di vê mijarê de têgihiştineke wan kûr hebe û nakokiyên wan ên bi partiyên din re nebe pirsgirêk ji bo tevahiya ezmûna Rojavayê."

"Divê li hemberî hizbî ruhê neteweyî bi ser bikeve"

Lahur Şêx Cengî alîkariya ji bo Rojava wekî "erkeke neteweyî û neteweyî" bi nav kir û wiha bangî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir:

"Divê em vê yekê fam bikin ku li hemberî rewş û guherînên li Sûriyeyê erka me hemûyan giring e.

Di vê çarçoveyê de wekî hêzeke ku sînorên wê bi Rojavayê re heye berpirsiyariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) mezin e û erkeke giran dikeve ser milên wan.

Divê li hemberî nêzîkatiyên teng yên hizbî ruhê niştimanî û neteweyî bi ser bikeve."

“Dîrok her tim derfetên zêrîn pêşkêş nake"

Şêx Cengî destnîşan kir ku ji bo paşeroja Rojava pêwîst e bi hişmendiyeke neteweyî ya ku di nava Kurdan de sînorên îdolojîk derbas dike tevbigerin û got:

"Divê Kurd ji îdeolojiyê wêdetir yekitiyeke netewî ava bikin û û ev yekîtî ji bo di paşeroja Sûriyeyê de cihekî xurt bi dest bixin bikar bînin.

Ev derfeta ku li Sûriyeyê derketiye holê divê baş bê bikaranîn. Ji ber ku dîrok her tim derfetên wisa zêrîn pêşkêş nake."

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengiya wê dike, niha ji sedî 40ê xaka Sûriye û Rojvayê Kurdistanê kontrol dike.

HSDyê tevahiya parêzgehên Hesekê, Reqa û Dêrezorê yên li rojhilatê Feratê kontrol kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst