DEM Partiyê ji bo Rojava kampanyayek da destpêkirin

11-12-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Rojava Tuncer Bakirhan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku li Sûriyeyê modela Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tekane modela çareseriyê ye û ew nahêlin ku ew model bê fetisandin.

DEM Partiyê li ser platforma medya civakî Xê bi etîketa #StandWithRojava kampanyayek da destpêkirin.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser hesabê xwe yê Xê bi wê etîketê derbarê rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de bi zimanê Kurdî, Erebî û Tirkî peyamek belav kir.

"Em dê nehêlin modela Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê fetisandin"

Bakirhan di peyama xwe de got, "Modela Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tekane modela çareseriyê ye, em dê nehêlin ku ev model bê fetisandin."

Li Sûriyeyê piştî ku rejima Beşar Esed hat hilweşandin "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê" ku Tirkiye piştgiriya wê dike êrişî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir.

Piştî wê Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ragihand ku bi navbeynkariya Amerikayê ji bo parastina sivîlên li Minbicê li gel Artêşa Nîştimanî agirbest kirine.

Lê li gel vê daxûyaniya Ebdî dem bi dem êrişên Tirkiye û komên çekdar li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst