Ozgur Ozel: Daxuyaniya Başak Demîrtaşê hemû gotinên Erdogan derew derxistin

22-01-2024
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Ozgur Ozel CHP Dêrsim DEM Partî Başak Demîrtaş
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ragihand ku daxuyaniya Başak Demîrtaşê hemû gotinên Erdogan ku digot DEM Partî û CHP hevkariyê dikin derew derxist.

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, parlementerê berê yê Parlementoya Tirkiyeyê Kamer Genç di 8mîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li navçeya Qisleyê bi merasimekê hat bîranîn.

Ji bilê xelkê Dêrsimê, Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel, Hevjîna Kamer Genç Sevim Genç, kurê wî Seçkin Genç, serokşaredar, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl di merasimê de amade bûn.

Di bin barîna berfê de li ser gora Kamer Genç dua hatin xwendin û beşdaran karanfîl danîn ser gora wî.

Serokê Şaredariya Qisleyê Seçkin Genç di bîranînê de axivî û got, "Tiştên ku Genç gotine hîn jî di hişê me de mane."

Hevjîna Kamer Genç Sevim Genç jî axivî û got:

 “Ew di tevahiya jiyana xwe de kesek nefsbiçûk bû. Li çar aliyê Tirkiyeyê alîkariya mirovan dikir. Wî ti ferq nexist navbera mirovan.”

Serokê CHPê Ozgur Ozel jî di merasima bîranînê de axivî û behsa giringiya ku partiya wî dide Genç kir.

“Derdê Xelkê ne DEM Partî ye”

Ozel di beşekî axaftina xwe de Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir û got:

“Wî dev ji karê xwe berdaye û bi CHPê re mijûl dibe. Derdê Xelkê giraniyên ku te anîne ne DEM Partî ye.”

Ozgur Ozel piştre pirsên rojnamevanan bersivand.

Rojnameger Îrfan Aktan doh ragihand ku hevjîna Selahattîn Demîrtaş Başak Demîrtaşê gotiye ku eger DEM Partî jî guncav bibîne ew dixwaze bibe berbijêra Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê.

“Tiştekî ku raya giştî nizane nîne”

Ozel derbarê daxuyaniya Başak Demirtaş û danûstandinên bi DEM Partiyê re wiha got:

“Hemû daxuyaniyên Başak Demirtaşê, nîşan dide ku hemû gotinên Recep Tayyîp Erdogan ên heta niha kirine derew in.

Çi digotin, 'CHP dibe DEM, li pişt deriyên girtî bi DEM Partiyê re hevkariyê dike, hevkariyên ku ji raya giştî re nayên eşkerekirin hene.'

Lê belê ji daxuyaniyên Başak xanimê eşkere bû ku wekî wan behs kiriye tiştekî ku raya giştî nizane nîne.

Me jî li gel hemû raya giştî guh da gotina Başak xanimê û em jî wekî her kesî agahdar bûn.

Tişta ku em dibêjin ev e: (DEM Partî) Bi eşkere hatin serdana me û em jî çûn serdana wan û me gelek tiştên di rojevê de en nirxandin.

Meclîsa DEM Partiyê daxuyaniyek da û got, 'Em dê li hevkirina bajaran bigerin.' Herwiha em jî li berbijêrên şaredariyan yên ku xelkê bixwazin digerin.

Jixwe hûn vê yekê ji berbijêrên hatine ragihandin jî dibînin.”

Serokê CHPê herwiha diyar kir ku mafê Başak Demîrtaşê ye wekî her kesî bibe berbijêr û got ku divê hemû kes rêzê li helwesta wê bigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst