Pêşniyarnameya HEDEPê ya li ser kuştina Denîz Poyrazê hat redkirin

06-12-2023
RÛDAW
Denîz Poyraz
Denîz Poyraz
Nîşan Denîz Poyraz HEDEP Sezgîn Tanrikulu AK Partî MHP Onur Gencer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di ser kuştina keça Kurd Denîz Poyrazê re zêdetirî du salan derbas bûn.

Denîz Poyraz di 17ê Hezîrana 2021ê li avahiya HDPyê ya Îzmîrê di êrişeke nijadperestî de hatibû kuştin.

Roja Sêşemê li Parlamentoya Tirkiyeyê pêşniyarnameya Koma HEDEPê ya derbarê zanîna hûrgiliyên kuştina Poyraz de hat gotûbêjkirin.

Pêşniyarname bi dengê parlamenterên AK Partî û MHPê hat redkirin.

“Hêzên tarî yên dewletê piştevaniya kujer dikin”

Parlamenterê HEDEPê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin got, “Em dizanin ku ev doz siyasî ne. Ev doz hatiye plankirin.

Ev doz di rewşeke wiha de ku li dijî HDPê êrişên giran ên siyasî û kampanyayên lînçê hebûn hat sazkirin.

Di vê dozê de hêzên ku piştevaniya kujer kirin, hêzên tarî yên di nav dewletê de bûn.

Ev hêzên ku îro ev tişt li me kirin, dikarin sibe li we jî bikin.”

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî dibêje beşdarî 5 rûniştinên dozê bûye.

 Herwiha Tanrikulu desthilatê bi wê yekê tohmetbar dike ku bingeha vê kuştina siyasî ava kiriye û derbarê berpirsên êrişê de lêpirsîn nekiriye.

“Divê AK Partî hesabê vê kuştinê bide”

Sezgîn Tanrikulu wiha axivî, “Eger desthilata siyasî ne hevbeşê vê kuştinê ye û hevbeşiya pêwendiyên kûr bi vê kuştinê re nîne, çima hemû pêvajoya berî kuştinê, dema kuştinê û piştî kuştinê bi vî awayî hat temaşekirin?

Divê Partiya Dad û Geşepêdanê hesabê vê kuştinê bide. Eger bi xwe ne hevbeş e divê hesabê wê bipirse.”

Çi bûbû?

Keça Kurd a ji parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê Denîz Poyraz ku endama HDPyê bû di 17ê Hezîrana 2021ê li avahiya HDPyê ya Îzmîrê di encama erişeke nijadperestî de ji aliyê kujer Onur Gencer ve hatibû kuştin.

Dayika Denîz Poyrazê wê xebatkara avahiya HDPyê bû û roja êrişê li şûna dayika xwe çûbû kar.

Piştî êrişê kujer Onur Gencer ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin û di lêkolîna polîs de gotibû ku armanca wî kuştina çend kesan bû û eger kesên din di nav avahiyê de hebûna dên jî bikuşta.

Onur Gencer kujerê Deniz Poyraz destpêka sala 2020an wekî karmendê tenduristiyê çûye herêma Minbicê ya Sûriyeyê û Nîsana 2021ê dev ji kar berdaye.

Onur Gencer rojek piştî êrişê 18ê Hezîrana 2021an hatibû girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst