Parlamenterên HEDEPê rûniştina parlamentoyê protesto kir

21-11-2023
RÛDAW
Nîşan HEDEP Parlamento Protesto MHP Celal Adan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ji ber dijûnên Wekîlê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê yê MHPyî rûniştina parlamentoyê protesto kir.

Wekîlê Serokê Perlamentoya Tirkiyeyê yê MHPyî Celal Adan 26ê Çiriya Pêşîn piştî axaftina Parlamenterê HEDEPê Sirri Sakik ji bîr kir ku mîkrofina wî  girtî ye û di nav parlamentoyê de dijûn dabûn Sakik.

Sirri Sakik îro di civîna Parlamentoyê de axivî û ji Celal Adan xwesti ji ber dijûnên xwe daxwaza lêborînê bike.

Piştî Sakik, Adan axivî û ragihand ku ew bi ti awayî daxwaza lêborînê nake.

Li ser vê mijarê Wekîlê Serokê Grûba HEDEPê Saruhan Oluç jî axivî û got:

“Wekîlek Serokê Parlamentoyê heye qebûl nake ew dijûnên bi dengekî bilind gotine xelet in .

Ez ji bo hemû grûban dibêjim, ev ne tiştek e ku bê qebûlkirin û em karkirina di van şert û mercan de qebûl nakin.”

Piştî gotinên Oluç hemû Parlamenterên HEDEPê derketin ser kursiya Parlamentoyê û bi daxwaza ku Adan an dest ji kar ber de an jî ceza werbigire, bi çepikan rûniştina Parlamentoyê protesto kir.

Adan tevî protestoyê mafê axaftinê da Parlamenterên MHPyê û hewl da rûniştina Parlamentoyê berdewam bike.

HEDEPê dîmenên vê protestoya di nav Parlamentoya Tirkiyeyê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kirin.

HEDEPê herwiha diyar kir ku wan ji ber dijûnên li partiya wan, kursiya parlamentoyê dagir kir û Serokwekîlê Parlamentoyê yê MHPyî Celal Adan protesto kir. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst