Kurdî li Parlamentoya Tirkiyeyê bû mijara nîqaşê: ‘Hûn dibêjin em dê we hemûyan bikin Tirk’

01-11-2023
RÛDAW
Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan
Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan
Nîşan MHP HEDEP Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Parlamentoya Tirkiyeyê di navbera MHP û HEDEPê de li ser Pirsa Kurd û zimanê Kurdî nîqaş derket.

Civîna heftane ya koma Partiya Tevgera Netewperest (MHP) e li Parlamentoya Tirkiyeyê bi rê ve çû.

Rexnekirin li pêngav û siyaseta sedsalî ya Komara Tirkiyeyê û pêşniyarên vekirina rûpeleke nû di sedsala duyemîn de ji aliyê hinek partiyên opozîsyonê ve ji wan xalan bûn ku serokê MHPê di axavtina xwe de anî rojevê.

Devlet Bahçelî li ser pirsa Kurd û zimanê Kurdî rexneyên tund li parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) girtin.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got:

“Hemû netewperestên Tirk bi Tirkî dizanin lê li parlamentoyê çend kesên ser bi PKKyê bi Kurdî dizanin?

Eger em dest pê bikin û rastiyan bibêjin, ew ne li parlamento û Enqereyê nikarin li Diyarbekirê jî bigerin.”

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) di civîna koma partiya xwe de bi Kurdî bersiva Bahçelî da.

“Em Kurd in, ji Kurdistanê hatine”

Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan jî di bersiva xwe de anî ziman:

“Em Kurd in, ji Kurdistanê hatine. Welat, ziman, çand û hunera me ne wek a we ye. Em ne mîna we ne, divê hûn vê qebûl bikin.

Hûn dibêjin em dê bi zor û zordariyê ziman, çand, hunera we asîmîle bikin, em dê we hemûyan bikin Tirk.”

Pêncşema borî piştî Parlamenterê HEDEPê Sirri Sakik di civîna parlamentoyê de gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê yên sala 2013an ên li ser Kurd û erdnîgariya Kurdistanê de bi bîr anîn û bersiva CHP û MHPê da, di navbera Serokwekîlê Parlamentoyê Celal Adan û Sirri Sakik de alozî derket.

Piştî aloziyan Celal Adan mîkrofana xwe vekirî ji bîr kir û dijûn da.

Gotinên wî di protokola parlamentoyê de cih negirtin lê di vîdeoya zindî ya parlamentoyê de bi zelalî diyar bûn û li ser medyaya civakî hatin belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst