Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk got, "Tişta bingehîn ew e ku rêxistina terorê çekên xwe deyne û bi temamî bê fesixkirin.”
Omer Çelîk got,”PKK, PYD, YPG, HSD bi çi navî be jî, divê rêxistina terorê bi hemû beşên xwe yên li Îraq û Sûriyeyê çekên xwe deyne û xwe fesix bike."
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser bangawaziya Abdullah Ocalan a li ser çekdanîna PKKyê got, "Êdî wextê gihîştina armanca 'Tirkiyeya bê teror' e."
Çelik amaje bi peyama Ocalan jî kir û got, "Di vê çarçoveyê de, tişta bingehîn ew e ku rêxistina terorê çekên xwe deyne û bi temamî bê fesixkirin.
PKK, PYD, YPG, HSD bi çi navî be jî, divê rêxistina terorê bi hemû beşên xwe yên li Îraq û Sûriyeyê çekên xwe deyne û xwe fesix bike."
Daxuyaniyên Çelik bi vî rengî ne:
"Îro salvegera yek ji rojên tarî ya dîroka siyasî ya Tirk e, 28ê Sibatê...
Em spasdariya xwe pêşkêşî Serokkomarê me dikin ku tarîtiya 28ê Sibatê çirand, têkoşîna demokrasiyê da û pêşengiya têkoşîna demokrasiyê kir.
Ji duh ve rojeva me, danîna çekên rêxistina terorê PKK û fesixkirina wê ye.
Yek ji wan axaftina ku 12ê Tebaxa 2005an li Amedê ji aliyê Serokkomarê me ve hatibû kirin.
Di wê axaftinê de Serokkomar got, 'Tirkiye çi qasî Stenbol e, çi qasî Konya ye, ew qasî jî Amed e. Her deverek, her rengek, her dengek ê vî welatî tameke wê ya cuda heye.
Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka beşekê vî miletî ye, pirsgirêka hemûyan e.'
Ev gotin ne tenê mijarê wekî pirseke etnîkî digire destê xwe û destnîşan dike ku çareserkirina pirsgirêkan mijareke demokrasiyê ya girêdayî tevahiya Tirkiyeyê ye.
Hem Pirsgirêka Kurdan û hem jî pirsgirêka serpoşê ji ber îradeya Serokkomarê me hatine çareserkirin.
Di wê xala ku em îro gihîştinê de, em dibêjin êdî wexta gihîştina armanca Tirkiyeya bê teror e.
"PKK, PYD, YPG, HSD bi kîjan navî be bila bibe divê xwe fesix bike"
Bangawaziya dîrokî ya Birêz Bahçelî, li hemberî pêvajoyên tarî yên li seranserê Rojhilata Navîn dest pê kirin, wekî peyameke nû, vexwendin û bangawaziyeke ku dê li hemberî vê pêlê bide derketiye holê.
Bingeha vê gihîştina armanca Tirkiyeya bê teror e.
Di vê çarçoveyê de, divê rêxistina terorê çekên xwe deyne û bi temamî bê fesixkirin. PKK, PYD, YPG, HSD bi çi navî be jî, divê rêxistina terorê bi hemû beşên xwe yên li Îraq û Sûriyeyê çekên xwe deyne û xwe fesix bike.
Mijarek wiha tê rojevê; 'Ma dewlet dikeve pêvajoyeke danûstandinê?' Me careke din got; li vir danûstandineke li ser taybetmendiyên dewletê tune.
Tiştekî wekî bidestxistin û dayînê ya li ser nirxên gelê me nebûye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse