Li Sûriyeyê pevçûn: 20 kuştî

08-04-2024
Nîşan Dera Pevçûn Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarokê Senemînê yê parêzgeha Derayê ya Sûriyeyê di pevçûna du grûpên çekdar de 20 kes hatin kuştin.

Piştî ku 8 kesan di encama teqîna bombeyekê de canê xwe ji dest da di navbera her du grûpan de şer û pevçûnan rû daye.

Li gorî agahiyan, grûpên ku bi hev çûne grûpa Mihsin Himêdê ku endamekî Îstixbarata Sûriyeyê ye û grûpa din jî a kesekî bi navê Ehmed Cemal Lebad e ku karmendekî berê yê Îstixbarata Sûriyeyê bûye.

Grûpa Mihsin, Ehmed Lebad bi danîna bombeyekê tohmetbar kiriye ku bûye sedema kuştina 8 zarokan û êrişî mala wî kiriye.

Grûpa Mihsin, mala Ehmed Lebad daye ber êgir, hemû kesên li malê kuştine û termên wan şewitandine.

Di vê êrişê de hevjîna Ehmed Lebad, 2 zarokên wî, 2 kesên din ên sivîl û 14 çekdar hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst