BEDLÎS - Bi ser mala jina ku revandibû de girt: Ew jî di nav de 3 kes kuştin

09-03-2024
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Kuştin Malbat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Motkanê ya parêzgeha Bedlîsê kesekî bi navê Cîhan Oral bi ser mala jina ku beriya salekê revandibû de girt û ew jin jî di nav de 3 kes kuştin.

Li gorî agahiyan Cîhan Oralê ku xelkê Mûşê ye beriya salekê tevî ku zewicîbû jî jineke bi navê Ayşe Înceyola ji navçeya Motkana Bedlîsê revand.

Piştî derbasbûna salekê malbata Înceyolê keça xwe vegerande mala xwe.

Li ser vê yekê Cîhan Oral şeva borî bi çekê bi ser malbatê de girt û Ayşe Înceyol, bav û birayê wê, bi giştî 3 kes kuştin û dayika wê jî birîndar kir.

Dayîka birîndar ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Motkanê hat veguhastin lê hat ragihandin ku rewşa wê ne baş e.

Piştî bûyerê êrişkar Cîhan Oral reviya û heta niha jî nehatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst