Alîkarê Serokê MHPyê: Divê mafê jiyanê yê girtiyên nexweş bê parastin

Duh li 12:09
Nîşan Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz Girtiyên Nexweş Mafê Jiyanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz li ser mijara derengxistina cezayê girtiyên nexweş got ku ew mafê jiyanê ye û divê nebe mijara nîqaşê.

Alîkarê Serokê MHPyê Fetî Yildiz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê de peyamek belav kir û amaje bi xala 17emîn a Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê da.

“Dewlet ji rêzgirtin û parastina wî mafî berpirsyar e”

Yildiz di peyama xwe de got, “Eger cezakirin jiyana girtî dixe metirsiyê, divê heta ku baş bibe derengxistina ceza nebe mijara nîqaşê” û berdewam kir:

“Wekî ku di Peymana Mafên Mirovan û xala 17an a destûra me de hatiye diyarkirin, ji jidayibûnê ve her mirov xwediyê mafê jiyanê ye.

Mafê jiyanê ku di nav mafên mirovan de di rêza yekem de ye, sedema hebûna hemû mafên din e.

Dewlet ji rêzgirtin û parastina wî mafî berpirsyar e.

Mafê jiyanê ji bo kesên girtî, binçavkirî û yên di bin çavdêriyê de gelekî girîng e. Ji ber ku ev kes di bin çavdêrî û kontrola dewletê de ne."

Fetî Yildiz berî niha bi demekê jî mijara girtiyên nexweş anîbû rojevê û diyar kiribû ku divê cezayê wan bê bipaşxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst