Nêçîrvan Barzanî ji bo hinek girtiyan efû derxist

13-10-2024
RÛDAW
Nîşan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab Hewlêr Efûkirina Girtiyên Nexweş Teqteq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryara berdana 17 girtiyên nexweş da.

Her wiha Nêçîrvan Barzanî biryar da ku Teqteq jî bîbe navçeya parêzgeha Hewlêrê.

Nêçîrvan Barzanî biryarên hejmara 335 û 336 derxistin.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab li ser biryarên Nêçîrvan Barzanî wiha got:

“Li gorî fermanê 17 girtiyên ku cezayên wan mane û rewşa wan a tenduristiyê ne baş e dê bi biryar Serokê Herêma Kurdistanê bên berdan.

Ev biryar di encama pêşniyaza berê ya Serokê Herêma Kurdistanê, Kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê komîteya hevbeş a di navbera Serokatiya Herêma Kurdistanê, wezaretên pêwendîdar û Encûmena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê de hatiye standin.

Komîteyê li ser rewşa wan mehkûman lêkolîn kiriye û tesbît kiriye ku tevî cezayên wan ên dirêj ti metirsiya wan nemaye û êdî dikarin careke din tevlî civakê bibin û komîteyê jî pêşniyaza berdana wan kiriye."

Ji aliyê din ve, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryara hejmara 335 derxist û li gorî wê biryarê nahiyeya Teqteqê jî dibe navçe û dê li ser parêzgeha Hewlêrê be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst