Hewlêr (Rûdaw)- Girtiya Kurd a 82 salî Hanîfe Arslan ku bi tometa "endamtiya rêxistinê" li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Wanê girtîbû hat berdan.
Arslan sala 2022yan bi tometa "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza xwaribû û hatibû girtin.
Dayika Kurd ku di nav girtiyên nexweş de bû û nexweşiyên wê yên kronîk ên wekî tansiyon, tengnefesî û şekir hebûn, îro bi mercê kontrola dadî hat berdan.
Hanîfe Arslan li ber deriyê girtîgehê ji aliyê malbata xwe ve hat pêşwazîkirin.
"Bila êdî dayik negirîn"
Girtiya bi temen a Kurd li pêşiya girtîgehê daxuyaniyek da û got ku ew bi xwe dayika aştiyê ye û naxwaze êdî xwîn bê rijandin.
Hanîfe Arslanê ji Ajansa Mezopotamyayê re got, "Bila êdî dayik negirîn û deriyên girtîgehan bên vekirin û hevalên me bên berdan.
Hemû jî bêtawan in û di hindir de ne. Hemû girtiyên li gel min di temenên ciwan de bûn.
Ya herî mezin 30 salî bû. Ez dixwazim ew hemû bên berdan.”
Îran Arslana keça Hanîfe Arslanê jî diyar kir ku dayika wê bi salan ji bo aştiyê têkoşîn kiriye û got:
"Tevî ku dayika min ne tawanbar bû, bi salan miameleya tawanbarekê pê hat kirin û ew wextê ku divabû bi neviyên xwe derbas bike di zîndanan de derbas kir.
Ev tişt bêgûman me xemgîn dike lê tevî her tiştî jî em dibêjin aştî."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse