Abdulkadir Kuday bi axê hat spartin: ‘Nehiştin rojên dawî were cem malbatê’

2 demjimêr berê
Rawîn Stêrk
Dîmenê bi ax spartina Abdulkadir Kuday\Wêne: Medyaya civakî\ Vîdeo: Rûdaw
Dîmenê bi ax spartina Abdulkadir Kuday\Wêne: Medyaya civakî\ Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Abdulkadir Kuday Girtîgeha Metrîsê Girtiyên Nexweş IHD Salih Kuday
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Girtiyê Kurd ê nexweş Abdulkadir Kudayê ku tevî nexweşiyên xwe nedihat berdan li girtîgehê koça dawî kiribû îro li gundê xwe bi merasîmekê bi axê hat spartin.

Li gorî gotina malbatê, Abulkadir Kuday dixwest dawiya temenê xwe bi malbata xwe re derbas bike û li mala xwe wefat bike.

Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk raporek derbarê Abdulkadir Kuday amade kiribû û hişyarî dabû ku ew roj bi roj ber bi mirinê ve diçe.

Kuday nexweşê ALSê bû wî êdî bi rehetî nedikarî qise bike û malbata wî bi xof û guman, bêçare û destgirêdayî li hêviya berdana  wî bû.

Abdulkadîr Kudayê ku ji gundê Tilşîrêz ê navçeya Qoserê ya Mêrdînê bû, sala 2014an bi hinceta ku beşdarî çalakiyên Kobaniyê bûye hatibû girtin û cezayê heta hetayê lê hatibû birîn.

Kuday di girtîgehê de nexweş ket û pêşî li nexweşxaneyê teşxîseke xelet lê hat kirin û di encamê de jî ji sedî 98 astengdar bû.

Demeke dirêj tedawiya wî nehat kirin.

Cenazeyê Abdulkadîr Kuday sewqî gundê wî Tilşîrêz hat kirin û bi tevlêbûna bi sedan kesî li goristana gund hat veşartin.

“Dixwest were nava malbat û miletê xwe”

Ezîz Kudayê pismamê Abdullkadir Kuday li pêş Saziya Tiba Dadî wiha got:

“Ew bernedan, di wî halî jî de bû lê dîsan ew bernedan. Me jî dixwest û wî jî dixwest rojên dawî were nava malbata xwe û di nava miletê xwe de be.

Hem ew û hem jî em dê kêfxweş bibûna. Ma ka em dê çi bibêjin, Xwedê ji wan re nehêle. Xwedê heqê wî ji wan re nehêle. “

Serokkomar serlêdana efûyê red kiribû

Bijîşkiya dadî û nexweşxaneyan ji bo Kuday rapor dabûn ku rewşa wî ji bo girtîgehê ne guncav e.

Sala çûyî ji bo efûya wî serî li Serokkomarê Tirkiyeyê hatibû dayîn lê Erdogan ew daxwaz red kiribû.

Hezar û 564 girtiyên nexweş hene

Li gorî agahiyên ku Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parve kirine, hezar û 564 girtiyên nexweş hene.

Ji wan rewşa 590 kesî giran û rewşa wan ji bo girtîgehan ne guncav e.

Dîsa li gorî ÎHDyê, di nava du salan de 94 girtiyên nexweş di girtîgehan de mirine

“Me dixwest li nava zarokên xwe wefat bike”

Her wiha Salih Kudayê Birayê Abdulkadir jî li ser mirina birayê xwe wiha got:

“Wekî malbatê tenê daxwazeke me hebû. Me dixwest li nava malbata xwe li nava zarokên xwe wefat bike. Ev jî qebûl nekirin.

Em di wî warî de xemgîn in lê em dijminê xwe baş nas dikin.

Miletê me ne bi kuştinê, ne bi girtinê ne jî bi sirgunê xwe danexistiye sere xwe netewandiye û dê sere xwe netewîne.”

Abdulkadirê Kuday bavê 2 zarokan bû û kurekî wî di şerê PKK û Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst