Hevdîtina DEM Partî û CHPyê: Çi rê li ber wan e?

11-01-2024
RÛDAW
Nîşan CHP DEM Partî Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari çûn serdana Navenda Giştî ya CHPyê û bi Serokê CHPyê Ozgur Ozel re hevdîtinek kir.

Hevserokên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, îro çûn serdana Navenda Giştî ya CHPyê.

Bakirhan û Hatimogullari bi Serokê CHPyê Ozgur Ozel û berpirsên CHPyê re hevdîtinek kir.

Hevdîtina CHP û DEM Partiyê ji medyayê re girtî bi rê ve çû.

Di rojeva her du aliyan de bi taybetî Stenbol û Enqere, hilbijartinên xwecihî û mijara tifaqê hebûn.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel diyar kir ku ew dê bi partiya ku di parlamentoyê de sêyem e re bi zelalî li ber kamerayan hevdîtinan bikin.

Ozel herwiha danîna qeyûman jî rexne kir û diyar kir ku ew li dijî qeyûman e.

CHPyê ji DEM Partiyê xwest, wekî hilbijartinên sala 2019an li hinek bajarên metropolên Tirkiyeyê berbijêrên xwe nîşan nede û piştgiriya berbijêrên CHPyê bike.

DEM Partî jî dibêje, ew wekî berê bê şert û merc piştgiriya ti berbijêrekî nakin.

Tuncer Bakirhan di axaftina xwe de diyar kir ku ew dixwazin CHP eşkere li dijî qeyûman be û vê yekê bîne ziman.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst