Amarên enflasyonê; TUIK dibêje %84 û ENAG jî dibêje %170 ye

05-12-2022
RÛDAW
Nîşan TUIK Enflasyon ENAG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona meha Mijdarê bi rêjeya %2.88 zêde bûye û salane jî gihiştiye %84.39, lê Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) dibêje, rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê gihiştiye %170,70.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) îro Duşemê 5ê Kanûna 2022an amarên enflasyona Mijdara 2022ê eşkere kirin. Li gor amaran, di Mijdarê de enflasyon bi rêjeya %2.88 zêde bûye û enflasyona salane ya Tirkiyê gihiştiye %84,39 ku Cotmeha 2022ê ev rêje %85.51 bû.

Ligel amarên TUIKê, Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî ragihand ku rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê %170.70 e û ya Mijdara 2022ê jî bi rêjeya %4.24 zêde bûye. Ji sere salê û heta niha jî rêjeya zêdebûna enflasyonê %125.43 ye.

Di Mijdarê de li gor heman meha sala borî herî zêde bi rêjeya %107.03 xerciyên veguhestinê zêde bûne. Herwiha li gor heman meha sala borî herî kêm bi rêjeya %35.87 xerciyên ragihandinê zêde bûne.

TUIKê di Cotmeha 2022an de ragihandibû ku enflasyon bi rêjeya %3.54 zêde bûye û enflasyona salane ya Tirkiyê gihiştiye %85,51. Rêjeya enflasyonê ya fermî ku hatiye ragihandin ji sala 1998an vir de di asta herî bilind a 24 salan de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst