Buldan û Sancar ji HDPyê îstîfa kir

05-09-2023
RÛDAW
Nîşan Mîthat Sancar Pervîn Buldan HDP YSP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Pervîn Buldan û Sancar ji partiya xwe îstîfa kir û derbasî Partiya Çepên Kesk (YSP) bûn.

Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û  Pervîn Buldan bi fermî ji partiya xwe îstîfa kir û derbasî Partiya Çepên Kesk (YSP) bûn.

Piştî ku Buldan û Sancar derbasî YSPyê bûn ti parlamenterekî HDPyê li ParlamentoyaTirkiyeyê nema.

Herwiha bi Buldan û Sancar re hejmara parlamenterên YSPyê li Parlamentoya Tirkiyeyê gihişt 57an.

Hevseroka berê ya HDPê Pervîn Buldan di hilbijartinên Gulana îsal de li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji lîsteya YSPyê hatibû hilbijartin.

Hevserokê Berê yê HDPyê Mêthat Sancar jî di heman hilbijartinan de li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji lîsteya YSPyê bûbû parlamenter.

27ê Tebaxê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar di 4emîn kongreya awarte ya HDPyê de erkên xwe hevserokayetiya HDPyê radestî Sultan Ozcan û Cahît Kirkazak kiribûn.

HDP di hilbijartinên 14ê Gulanê de bi nav û logoya YSPyê beşdarî hilbijartinan bûbû.

HDP di wê kongreyê de hemû xebat û erkên xwe radestî YSPê kiribûn.

Herwiha YSP dê dawiya vê mehê kongreya xwe bike û hevserokên xwe yên nû hilbijêre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst