Nav û hevserokên YSPyê diguherin

25-07-2023
RÛDAW
Nîşan YSP HDP Saruhan Oluç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Çepên Kesk (YSP) di kongreya îlonê de rêzikname û hevserokên partiya xwe diguhere.

Piştî hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê di nav YSP û HDPyê de pêngavên guherînê berdewam in. YSP, di îlonê de kongreya xwe ya mezin li dar dixe.

Serokwekîlê Koma Parlamentoyê ya YSPyê Saruhan Oluç ragihand ku dê di kongreya îlonê de hinek guherînan bikin.

"Dê xebatên hilbijartina xwecihî dest pê bikin"

Saruhan Oluç got: “Em di meha îlonê kongreya mezin li dar bixin. Di kongreyê de rêveberiya partiyê û hevserokên partiyê diguherin, rêziknameya partiyê diguhere. Ku di kongreyê de helwesteke berovajî neyê nîşandan dê navê partiyê jî biguhere û dê xebatên hilbijartina xwecihî dest pê bikin.”

Piştî ku di hilbijartina 14ê Gulanê de dengên YSPyê li gorî dengên ku HDPyê yên di hilbijartina 2018an de wergirtibûn bi awayekî berbiçav kêm bûbûn rexne û nerazîbûnê zêde çêbûn.

Li ser nerazîbûnan hevserokên HDPyê ragihan ku dê dev ji hevserokatiya partiyê berdin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst