Li Stenbolê 545 koçber hatin desteserkirin

05-03-2024
RÛDAW
Nîşan Koçber Stenbol Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê di kontrol û pişkinînên ewlehiyê de 545 koçber hatin desteserkirin.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê koçberên desteserkirî veguhastin Îdareya Koçê ya Bajêr.

Tîmên Rûbirûbûna Qeçaxçîtiya Koçberan ên Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê û Rêveberiya Şaxa Deriyên Sînorî, di çarçoveya xebatên dijî qeçaxçîtiya koçberan de li çend cihan dest bi pişkinînê kir.

Tîman di navbera rojên 2-4ê Adara 2024an de li Otogara Mezin a Stenbolê, Fatîh û Zeytinburnuyê li ser cade, kolan, park û cihên giştî nasnameyên 11 hezar û 657 kesên biyanî kontrol kirin.

Di kontrolan de 545 koçberên neyasayî hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê koçberên desteserkirî piştî karûbarên yasayî yên li Rêveberiya Ewlehiyê, bi armanca dersînorkirinê veguhastin Îdareya Koçê ya Stenbolê.

Herwiha kesekî biyanî jî ku berê biryara girtina wî hebû hat desteserkirin.

Li hêla din, nehatiye diyarkirin ka ew koçber xelkê çi welatan in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst