Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji bo Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu 7 sal û 4 meh cezayê girtîgehê xwest.
Buroya Lêpirsîna Tawanên Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu îdianame amade kir.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di îdianameya xwe de bi tohmeta “heqaret û gefxwarina li rayedarê giştî” û “armanckirina kesên ku di rûbirûbûna terorê de cih girtine” cezayê girtîgehê xwest.
Li gorî îdianameyê, ji bo Îmamoglu herî kêm 2 sal û 8 meh û herî zêde 7 sal û 4 meh cezayê girtîgehê tê xwestin.
Her wiha eger Îmamoglu were cezakirin dê di erkê qada giştî de nikaribe bimîne û qedexeya siyasetê li ser were ferzkirin.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu li ser biryarê daxuyaniyek da û got:
“Serokkomar Erdogan ku van dozan “ji nêzîk ve” dişopîne û ji naverokên wan agahdar e, diyar e ku dixwaze di hilbijartinan de ne bi merdî derkeve pêşberî gel lê bi lîstikên li pişt maseyan li ser kar bimîne.
Miletê me rêzê li wan kesan nagire ku rêzê li demokrasiyê û mafê hilbijartinê yê gel nagirin. Vê jî têxin heqîba xwe.”
Divê were gotin ku berî hefteyekê ji bo Îmamoglu di nava 8 rojan de bi tohmeta armancgirtina serdozgerê komarê Akin Gurlek û eşkerekirina navê pisporê lêpirsînê S.A du lêpirsînên cuda hatibûn vekirin û wî li Dadgeha Çaglayanê îfade dabû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse