Bakirhan: 4ê Çiriya Paşînê li dijî tevgera siyasî ya Kurd derbeyeke siyasî ye

04-11-2023
RÛDAW
Nîşan HEDEP Tuncer Bakirhan Tirkiye Mafê Mirovan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan di salvegera girtina Selahattin Demirtaş û siyasetmedarên HDPyê de got: “4ê Çiriya Paşînê derbeyeke siyasî ye. Ne dûr e ku kesên ev derbe û zilm kiribin bêne darizandin.”

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan, li Enqereyê di 21emîn Kongreya Asayî ya Komeleya Mafên Mirovan de axivî.

Tuncer Bakirhan diyar kir ku Komeleya Mafên Mirovan 37 sal in “tevî zext, zehmetî û kuştinên kiryar nediyar” li ser pêyan e û got:

“Li cîhanê saziyeke din nîne ku 37 sal in li hemberî faşîzm û kuştinên kiryar nediyar li ser pêyan mabe û tekoşîna xwe berdewam bike.”

Bakirhan girtina Demirtaş û siyasetmedarên HDPyê yên ku 4ê Çiriya Paşîna 2016an hatin girtin, wekî derbeyeke siyasî li dijî tevgera siyasî ya Kurd bi nav kir û got:

“4ê Çiriya Paşînê Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag, Gultan Kişanak û bi sedan hevalên me hatin desteserkirin û girtin. Gelek saziyên me hatin girtin. Em jî wekî Komeleya Mafên Mirovan paş de gav navêjin.”

4ê Çiriya Paşîna 2016an çi bûbû?

4ê Çiriya Paşîna 2016an Hevserokên HDPyê yên wê demê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag û 10 parlamenterên wê partiyê hatibûn desteserkirin.

Piştre Ziya Pîr, Îmam Taşçier û Sirri Sureyya Onder bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan û di nav de Demirtaş û Yuksekdag 9 parlamenter hatin girtin.

Ji wê dîrokê heta niha Demirtaş û Yuksekdag jî di nav de parlementerên berê yên HDPyê têne darizandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst