Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bangî desthilata Tirkiyeyê kir ku li gel birêvebiriya Rojavayê Kurdistanê bikeve pêwendiyê û biçe serdana wan jî.
Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan di çarçoveya gera serdanên xwe yên piştî banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan de Partiya Saadeetê ziyaret kir û li gel serokê wê yê giştî Mahmut Arikan civiyan.
Piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş a çapmeniyê hat sazkirin.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di beşek ji axaftina xwe de bangî desthilata Tirkiyeyê kir ku ligel birêvebiriya Rojavayê Kurdistanê bikeve pêwendiyê û got:
"Hûn dikarin rasterast li gel Birêvebiriya Bakurrojhilatê Sûriyeyê hevdîtinan bikin, biaxivin û têbigihin ku ew çi dixwazin. Ew li wê derê ne."
Bakirhan diyar kir ku eger Tirkiye li gel birêvebiriya Rojavayê Kurdistanê pêwendiyên xwe çêbike ev yek dê sûdê bigihîne polîtîkayên Tirkiyeyê yên li herêmê û nîqaşên çareseriya pirsgirêka Kurdan ên li Tirkiyeyê jî û got:
"Ji ber ku êdî em ketine qonake diyalogê, bi nerîna min desthilata Tirkiyeyê û birêvebiriya wê pêwîst e di vê qonaxê de Birêvebiriya Bakurrojhilatê Sûriyeyê jî bikin û ev yek dê sûdê bigîhîne nîqaşên li Tirkiyeyê jî."
Hevserokê DEM Partiyê Bakirhan wiha pê de çû: "Belê çawa li Sûriyeyê diyalog bi peymanekê gihiştine encamê em hêvîdikin ev nîqaşên derbarê çareseriyê yên li Tirkiyeyê jî bibin sedema peymanekê û avêtina pêngavên demokratîk."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse