Tirkiyê di nava hefteyekê de 1761 koçber dersînor kirin

04-06-2023
RÛDAW
Nîşan Vegerandina Koçberan Tirkiye Dersînorkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Rêveberiya Koçberan a ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihandiye, ji 26ê Gulanê heta 1ê Hezîranê li seranserî Tirkiyê 2 hezar û 910 koçber hatine desteserkirin û hezar û 761 koçberên ku di demên cuda de hatibûn girtin jî hatine dersînorkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand, li seranserî Tirkiyê di nava hefteyekê de 788 Afxanistanî, 95 Pakistanî, 2 hezar û 27 ji welatên din hatine desteserkirin.

Li gor daxuyaniya wezaretê hejmara koçberên hatine dersînorkirin hezar û 761 koçber in ku 394 ji wan Afxanistanî, 16 Pakistanî û hezar û 351 ji welatên din.

Hat ragihandin ku ji 1ê Çileyê heta 1ê Hezîranê hêjmara koçberên ku ji bo welatên xwe hatine vegerandin 41 hezar û 337 e ku 13 hezar û 233 Afxanistanî, hezar û 848 Pakistanî û 26 hezar û 256 ji welatên din.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê her wiha destnîşan kir ku di navenda vegerandinê de, heta niha 16 hezar û 589 koçber dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst