Li Hatay, Semsûr û Edeneyê erdhejên nû çêbûn

04-03-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Antakya ya ser bi parêzgeha Hatayê di demjimêr 06:03an de bi hêza 4 pile erdhejeke nû çêbû û kurahiya wê jî 7,23 kîlometre bin erdê bûye û li Edeneyê jî bi hêza 4.1 erdhej çêbû. Her wiha li Semsûr a Bakurê Kurdistanê jî bi hêza 4.4 erdhejek çêbû.

Piştî erdheja 6ê Sibatê li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê paşlerze berdewam in.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku îro Şemiyê 4ê Adara 2023an demjimêr 06:03 deqe bi hêza 4 pile li navçeya Antakya ser bi parêzgeha Hatayê erdhejek çêbûye.

Beriya çend demjimêran li navçeya Tufanbeyli ser bi parêzgeha Edenê ya Tirkiyê jî bi hêza 4.1 pile erdhejek çêbûbû.

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi hêzên 7.7 û 7.6 pile ku navenda wan Mereşa Bakurê Kurdistanê bû, bandoreke mezin li 11 parêzgehan kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst