Edene: 6 kesên Sûrî bi hinceta ku şer kirine hatin dersînorkirin

04-02-2023
RÛDAW
Nîşan Edene Dersînorkirin Penaberên Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kozanê ya ser bi parêzgeha Edene ya Tirkiyê 6 welatiyên Sûriyê ku li bazarê şer kiribûn hatin dersînorkirin.

Li gor agahiyan li navçeya Kozanê ya ser bi parêzgeha Edenê di 1ê vê mehê  de 2 grupên ji Sûriyê li bazarê şer kirine û di encam de 4 kes hatibûn desteserkirin û piştî bûyerê bi rojekê 2 kesên din jî hatine desteserkirin.

Piştî karûbarên yasayî, dadgehê derbarê wan 6 kesên Sûrî de biryara dersînorkirina ji Tirkiyê daye û ew deesînor kirine.

Li gor zanyariyan di şerê li bazarê de 4 kes birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst