Kesê ji ber Ala Kurdistanê bêrêzî li Sezgîn Tanrîkulu kiribû bû şêwirmendê Kiliçdaroglu

05-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan CHP Gokşen Anil Ulukuş Kemal Kiliçdaroglu Sezgîn Tanrîkulu Ala Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Gokşen Anil Ulukuş ku ji ber Ala Kurdistanê bêrêzî li Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrîkulu kiribû, bû şêwirmendê Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu. Gotinên berê yên Gokşen Anil Ulukuş ên Sezgîn Tanrîkulu de bûn mijara nîqaşê.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu endamê berê yê Partiya Zaferê Gokşen Anil Ulukuş, ku bi nêrînên xwe yên netewperest tê naskirin wek şêwirmend tayîn kir.

Gokşen Anil Ulukuş sala 2020an li ser Twitterê, ji ber ku Alaya Kurdistanê parve kiribû heqaret li Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrîkulu kiribû û jê re gotibû: “Bêşeref, hemû têkoşîna min dê ji bo wê yekê be ku tu ji vê partiyê bêyî dûrxistin.”

Ulukuş piştî ku wek şewirmendê Kiliçdaroglu hat tayînkirin derbarê wê parvekirinê de li ser Twitterê nivîsiye: “Ez tevî wê mijarê di gelek mijaran de wek Sezgîn Tanrîkulu nafikirim. Lê min biryar da ku zimanê gotinên min ne rast in. Min Twitta derbarê Sezgîn Tanrîkulu de jê bir.”

Sezgîn Tanrîkulu, siyasetmedarekî Kurd û ji bajarê Amedê ye û di hilbijartinên îsal (2023) de wek Parlamenterê CHPê yê Amedê hat hilbijartin.

Di hilbijartinên 2018an de jî Tanrîkulu ji bajarê Stenbolê wek parlamenterê CHPê hatibû hilbijartin.

Çi bibû?

Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrîkulu di 6ê Îlona 2020ê de li ser hesabê xwe yê Twîtterê têkildarî tiştên kirêt ên li ser Ala Kurdistanê dihatin gotin û nivîsandin, bertek nîşan dabû û gotibû: “Ev ala ku jê re dibêjin kincir, ala fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku di Destûra Bingehîn a Iraqê de hatiye diyarkirin. Ala rûmeta her gel û wan welatiyan e ku di bin wê alê de dijîn. Heqaretkirina alê dijminatiya aştiya civakî ye, nayê qebûlkirin.”

Gokşen Anil Ulukuş li ser nivîsa Tanrıkulu jî wek bertek ji Sezgîn Tanrîkulu re wiha gotibû: “Wê demê hûn di partiya faşîst (!) de ya statuko(!) ya ku bikerê ‘Komkujiya Dêrsimê’ bû çi dikin? Em di partiya Ataturk de piştgirên wek we yên bêşeref, bênamûs, terorîst naxwazin. Hemû têkoşîna min ew e ku hûn ji vê partiyê bên derxistin. Bê şeref Sezgîn Tanrîkulu”.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst