Nakokiyên di nav CHPê de kûrtir dibin

23-06-2023
RÛDAW
Nîşan CHP Kemal Kiliçdaroglu Ekrem Îmamoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî têkçûna di hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê de nîqaşên guherînê di nav CHPê de zêdetir bûne, serkêşiya vê hizrê jî Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu dike.

Di wan demên dawiyê de nakokiyên di navbera Îmamoglu û CHPê de kûrtir bûne, ji ber ku Îmamoglu piştî hilbijartinan daxwaza guhertinê di nav CHPê de dike. Li hember wê yekê, roja Çarşemiya borî Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li gel serokên rêxistinên CHPê yên li 81 bajaran civiya. Piştî civînê, serokên rêxistinên CHPê bi daxuyaniyeke hevbeş piştavaniya xwe bo Kemal Kiliçdaroglu ragihandin.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Ekrem Îmamoglu li hember vê daxuyaniyê bê deng nema û got, ew ne bi gotinên berpirsên CHPê re ye, “ji ber ku bi milyonan welatiyên me piştevaniyê li vê hizra min dikin.”

Seroka Rêxistina CHPê ya Kutahyayê, Zelîha Aksaz dibêje: “Eger di nav Partiya Gel a Komarî de guherînek bê kirin, ev dê di nav karbidestên partiyê û eql û wijdana partiyê  debê nîqaşkirin û biryar bê dayîn. Ez li pêş medyayê nîqaşkirina li ser partiyê rast nabînim û ev yek dê zirerê bide partiyê.”

Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji daxuyaniya serokên 81 bajaran nerazî ye û li ser gotina xwe ya guherînê bi biryar e.

Ekrem Îmamoglu ragihand: “Ez vê daxuyaniya serokên bajaran ku gotinên bi ameje têde hatine gotin û pêşkêşkirina wê weke axaftinek takekesî gelek rast nabînim. Ez ne di wê bawerê de jî me ku serokên 81 bajaran hemû li ser vê yekê bin. Ez dibînim ku bi milyonan welatiyên me piştevaniyê li vê hizra min dikin.”

Îmamoglu behsa serkeftina xwe ya di hilbijartinên şaredariyê de   kir û ji bo rikeberiya di nav partiyê de jî amedebûna xwe diyar kir.

Îmamoglu wiha got: “Ez di warê hilbijartinan de kesekî ji xwe bawer im. Çi hilbijartinên hundirê partiyê çi yên xwecihî û giştî be. Ez ji xwe bawer im. Ez bo serkeftinê jî ji xwe bawer im.”

Berdevkê CHPê dibêje, serkeftin û têkçûn ya CHPê bixwe ye.

Faîk Oztrak diyar kir: “Ez bawer im birêz Îmamoglu dê şîroveya vê bike, lê li vê derê ya ku di hilbijartinan di biser dikeve û têk diçe û her demekê li pêş e dê partiya me be.”

Ekrem Îmamoglu berî hilbijartinan yek ji wan kesên CHPê bû ku bo berbijêriya Serokkomariyê navê wî dihat rojevê. Lê niha ji ber hilbijartinên wê dawiyê ligel partiya xwe nakok e û dixwaze Serokê CHPê bê guhertin.

Serokê CHPê jî dibêje ew bixwe dê di nav partiyê de rê li ber guherînê veke.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst