Li peravên Bodrumê Alan Kurdî hat bîranîn

02-09-2022
RÛDAW
Nîşan Alan Kurdî Kobanî Bodrûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Bodrûm a Tirkiyê Alan Kurdî yê ji Kobaniyê hat bîranîn.

Alan Kurdî ji malbateke xelkê Kobanî bû û roja 2ê Îlona 2015an de cenazeyê wî li peravên navçeya Bodrumê ya Muglayê hatibû dîtin û yek ji dîmenên herî trajîk ên rewşa mirovatiyê tê dîtin. Alan dema ku di rêka koçberiyê de tevî dayîk û birayekî xwe, canê xwe jidest da, 3 salî bû. Belema wan niqum dibe û canê xwe ji dest dide. Pêlên avê cenazeyê wî avêtibûn peravên Bodrûmê.

Her sal Alan Kurdî tê bîranîn û êdî bûye sembola cîhanî ya rewşa koçberiyê. Her îro li peravên Bodrumê hejmareke çalakvanên sivîl, geştiyar û xelkê wê deverê, ew cîhê ku bedenê biçûk ê Alan lê hatibû dîtin, bi gulan xemilandin û bi vê çalakiyê bîranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst