Malbatên qurbaniyên belema Cezayîrê li benda vegerandina cenazeyên zarokên xwe ne

27-06-2023
RÛDAW
Malbatên qurbaniyên belema Cezayîrê li benda vegerandina cenazeyên zarokên xwe ne
Malbatên qurbaniyên belema Cezayîrê li benda vegerandina cenazeyên zarokên xwe ne
Nîşan Kobanî Belema Cezayîrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Roja 5ê vê mehê belemeke koçberan ku 26 kes tê de bûn, di navbera Cezayir û Îspanyayê de binav bû, di encam de 17 welatiyên Rojavayê Kurdistanê di wê belemê de xeniqîn, ku piraniya wan ji bajarê Kobanî bûn û tenê 2 kes rizgar bûn.

Malbatên qurbaniyan li Kobanî hîn li hêviya wê yekê ne cenazeyên zarokên wan ji bo Kobanî bên vegerandin.

Li bajarê Kobaniyê Mihemed bi hesret li benda termê kurê xwe ye, ku heta niha winda ye. Mesûdê kurê wî bi belemeke kevin tevî 25 koçberên din xwestin bigihin Ewropa.

Mihemed Îmam dibêje "Mesûd ji ber hejariyê û rewşa abûriyê ya xirap dinaland û di gor dahata wî têra pêwîstiyên û kirêya xaniyê wî nake. Ew çû Cezayîr, lê qaçaxçiyan ew xeniqandin. Berî bûyerê min jê xwest vegere Kobanê, lê wî digot ez venagerim ji ber divê ez xizmeta serbazî bikim bo rejîma Sûriye. Piştî bûyerê hikûmeta Sûriye bo vegerandina terman tiştek negotiye. Hemû malbatên qûrbaniyan li benda vegerandina terman e, bo wê ez ji wan daxwaz dikim di zotirîn dem de ew kar bê kirin bo li axa xwe werin veşartin."

Di 5ê vê mehê de belemeke masîgiriyê bi 26 koçber ve li nêzîkî peravên Cezayirê niqûm bû û tenê 2 koçber hatin rizgarkirin. Li gor zanyariyan 17 koçberên ku canê xwe ji dest dane, ji Rojavayê Kurdistanê ne.

Sebîhe jî welatiyeke din ya Kobanê ye. dilşewitî û bê çare li benda vegerandina termê birayê xwe ye.

Wê hemû rêkar temam kirine bo bikarê termê birayê xwe vegerîne û li warê bav û bapîran veşêre.

Xwişka Koçbereke belema Yunanistanê Sebîhe Kako got “Belem bi qasî 10 ta 30 kîlometreyan çûye piştre bin av bûye, em niha li benda terman e. Em nizanin termê birayê me kengê digihêje. Ji Kobanê li gel wî di wê belemê de 18 kes hebûn, tenê yek zarok hatiye rizgarkirin.”

Termên qurbaniyên ji Rojavayê Kurdistanê hîn di nexweşxaneya Sîdî Gilas ya Cezayirê de ne, di nav de jin û zarok jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst