Sûdaniyê ku xwe fêrî Kurdî kiriye bang li Serok Barzanî kir wî ji Sûdanê derxîne û bîne Kurdistanê

02-07-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Kurd Sûdan Kobanî Reşo Kobanî Cemal Îbrahîm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Welatiyekî Sûdanê ku xwe fêrî Kurdî kiriye û bang li Serok Barzanî kiribû ku wî ji Sûdanê derxîne û bîne Kurdistanê, bû mêvanê Bultena Rojava ku ji aliyê Dilbixwîn Dara ve tê pêşkêşkirin.

Ev hefteyeke vîdyoyeke kesekî Sûdanî ku wek “Reşo Kobanî” hatiye naskirin, di sosyal medyayê de bûye trend û bi sed hezaran car hatiye temaşekirin.

Welatiyê Sûdanî yê bi navê Cemal Îbrahîm bi Kurdî û devoka Kobanî diaxife, di vê vîdyoya xwe de bang li serok Barzanî dike û dibêje, “min ji Sûdanê derxînin û bibin Kurdistanê.”

Cemal Îbrahîm di vîdyoya xwe de herwiha daxwaz ji rojnamevanê navdarê Kurd û pêşkêşkarê Rûdaw TV Dilbixwîn Dara dike û jê re dibêje, “vê vîdyoya min di Rûdawê de biweşîne û alîkariya min bike ji bo ku ez jî bi Kurdan re ji Sûdanê derkevim.”

Cemal Îbrahîm ku xelkê bajarê Utbere yê Sûdanê ye, îro tevlî Bultena Rojava ya Rûdaw TV bû ku ji aliyê Dilbixwîn Dara ve tê pêşkêşkirin û ragihand, bi rêya hejmarek ciwanên Kurd ên ji Kobaniyê ku li Sûdanê dijîn, fêrî zimanê Kurdî bûye û di nav wan de wek “Reşo Kobanî” hatiye naskirin.

Cemal Îbrahîm derbarê awayê fêrbûna zimanê Kurdî de wiha got: “Ez zimanê Kurdî bi hatin û çûna ligel Kurdên li vir dijîn û di warê kolandina bîran de kar dikin, fêr bûm.”

Wî her wiha got, “Min dît ku zimanê Kurmancan xweş e, min jê hez kir û min xwest ku ez fêr bibim.”

Cemal Îbrahîm ku wek Reşo Kobanî navdar bûye, da zanîn jî ku “7-8 sal in pêwendiya wî bi kurdên Sûdanê re heye ku ji Kobaniyê ne.”

Li gorî amarên hikûmeta Sûdanê, beriya şer nêzîkî 100 hezar welatiyên Sûriyê li Sûdanê rûdiniştin, lê balyozxaneya Sûriyê li Sûdanê behsa 30-40 hezar welatiyên Sûriyê dike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) heta niha bi 3 seferên balafiran 341 welatiyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ji Port Sûdanê ber bi Rojava û Sûriyê ve vegerandine.

Hikûmeta Sûriyê jî dibêje ku wê 393 welatî bi du firokeyan ji Sûdanê anîne Şamê û bi sedan welatiyên din jî bi alîkariya Cezayîr, Urdun û Iraqê karîn ji Sûdanê derkevin.

Di 15ê Nîsana îsal de li Sûdanê şer di navbera artêşa hikûmetê û Hêzên Piştgiriya Bilez de derket û di encama pevçûnan de heta niha zêdetirî 1800 kesan hatine kuştin, ku 18 kes ji wan ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ne. Di encama şerê navxwe yê li Sûdanê de heta niha bi sedan hezar kes jî koçber û penaber bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst