Bakirhan: Tiştên ku Bahçelî gotin gelekî bi qîmet bûn

16 demjimêr berê
Nîşan Tuncer Bakirhan Devlet Bahçelî Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tuncer Bakirhan, “Tiştên ku Bahçelî gotin gelekî bi qîmet bûn. Wî got ku di çareseriya meseleya Kurdan muxatap Ocalan e û ez jî wekî wî difikirim.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beşdarî weşana KARAR TVyê bû mijarên li rojevê nirxandin.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî berê gotibû bila Ocalan li Parlamentoya Tirkiyeyê biaxive PKKyê tesfiye bike û paşê jî gotibû bila Ocalan û DEM Partî hevdîtinê bikin.

Tuncer Bakirhan bi bîr anî, piştî tecrîda ku 4 salan ajot Omer Ocalan çû Îmraliyê û berdewam kir:

“Piştî 4 salan cara ewil Omer Ocalan çû. Me 4 salan dengê wî (Abdullah Ocalan) nebihîst.

Me hewl da ku fêhm bikin bê ma Ocalan çawa dinirxîne. Ji bo me jî surprîz bû. Divabû ev bibûya.

Hûn jî bi siyaseta Tirkiyeyê dizanin, di bin navê rexneyan de heqaret tên kirin.

Dema min Bahçelî li pêşberî xwe dît ez şaş bûm.

Tiştên ku Bahçelî gotin gelekî bi qîmet bûn. Wî got ku di çareseriya meseleya Kurdan muxatap Ocalan e û ez jî wekî wî difikirim.

Serokkomar demeke dûvdirêj deng ji xwe dernexist.”

Bakirhan da zanîn ku derdora 3 hezar û 800 birêvebirên DEM Partiyê girtî ne û bi giştî di navbera 8 û 10 hezran de girtiyên wan hene.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê bal kişand ser miamaleya li hemberî Kurdî û got:

“Dema li Parlamentoyê bi Erebî diaxivin dengê wan nayê qutkirin, dema bi bi Îngilîzî jî diaxivin nayê qutkirin lê Kurdî zimanek e ku nayê naskirin.

Naxwe hîn jî ew têgihiştina ku red dike heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst