Ji bo 7 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya lehiyê

24-06-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Bakurê Kurdistanê Lehî Barîna Baranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ragihand dê li 7 parêzgehên Bakurê Kurdistanê baraneke gur bibare û pileya germê dê 4 pile zêde bibe.

Ligel dawiya meha Hezîranê ye li seranserê Tirkiye barîna baranê berdewam e û li çend deveran bandoreke nerênî li ser jiyana xelkê dike.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiye ragihand roja Şemiyê 24ê Hezîrana 2023an li parêzgehên Qers, Erdexan, Agirî, Idir, Mûş, Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê dê baraneke gur bibare û divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Li gor daxuyaniya saziya navborî li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê pileya germê 4 pile zêde dibe lê barîna baranê jî berdewam e. Herwiha li çend parêzgehên Tirkiye jî zêdeyî hefteyekê ye baran dibare û bandoreke nerênî li jiyana welatiyan kiriye.

Aliyên peywendîdar hişyarî dane ku welatî di çûnûhatinê de li gor tedbîrên hatine wergirtin tevbigerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst