Enflasyon û bihabûn mijarên sereke yên propagandeya hilbijartinên 14ê Gulanê ne

02-05-2023
Ferdî Sak
Kêmtir ji 2 heftiyan ji bo hilbijartinên giştî yên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê mane
Kêmtir ji 2 heftiyan ji bo hilbijartinên giştî yên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê mane
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kêmtir ji 2 heftiyên bo hilbijartinên giştî yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê mane. Propgandeya wan hilbijartinan jî li meydanan germ û gûr e.

1ê Gulanê di Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî de başkirina rewşa aborî û debara welatiyan rojeva sereke ya aliyên siyasî bû.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan got: “Em dê soza xwe ya nehiştina karmendên me yên hikûmî di bin barê enflasyonê de careke din bînin cih. Me heta niha çi gotiye, me qet karmendên xwe yên hikûmî û karkerên xwe di bin barê enflasyonê de nehiştine û em nahêlin jî.”

Serokkomarê Tirkiyê û Berbijêrê Hevepyamaniya Cumhur bo wê postê Recep Tayîp Erdogan li Enqerê di civîna ligel berpirs û endamên Konfedarasyona Sendîkayên Karmendên Hikûmî de soza rûbirûbûna enflasyonê da karker û karmendên hikûmî.

Lê hevrikê wî berbijêrê Hevpeymaniya Millet û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji Zonguldakê bi mînaka pîvazê bal kişand ser bihabûna nirxan û bersiva hevrikê xwe da.

Kemal Kiliçdaroglu-Berbijêrê Hevpeymaniya Millet jî got: “Êdî pêdivî bi guherînekê heye. Ev 22 sal in êdî bes e. Welat anîne çi rewşê. Baş e ma ev welat qet ketibû asteke wiha ku hewceyî pîvazê bibe. Em ketine rewşeke wiha ku nikarin pîvazan bikirin. Mixabin. Li medbexan agir heye.”

Erdogan herwiha got: “Em dibînin ku hinek ji ber nirxê hinek berhemên ku dem dem zêde dibin û piştre dadikevin hewl didin, tabloyeke reş çêbikin. Heman siyaseta îstîsmarê ya di hilbijartinên dawî yên xwecihî de niha careke din dûbare dikin. Înşallah di 14ê Gulanê de em dê Kiliçdaroglu ji siyasetê xanenişîn bikin ku xuya ye dema wî ya xanenişîniyê hatiye.”

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li gor amarên fermî di Adara îsal de enflasyon gihiştiye ji sedî 50.51. Lê Grûba Lêkolîna Enfilasyonê ENAG ku saziyek serbixwe ye dibêje heman rêje ji sedî 112.51. Xelkê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, bi vê tabloya aborî û di siya bihabûna nirxan de 12 rojên din diçin ser sindoqên dengdanê. Her yek ji opozîsyon û desthilatê jî li meydanan soza wê yekê didin ku eger bibin desthilat dê başkirina rewşa aborî karê sereke yê li pêşiya hikûmeta wan be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst