Rewşa koçberên di Kampa Rukbanê de her ku diçe xirabtir dibe

01-12-2022
Hisên Omer
Rewşa koçberên di Kampa Rukbanê de her ku diçe xirabtir dibe
Rewşa koçberên di Kampa Rukbanê de her ku diçe xirabtir dibe
Nîşan Kampa Rukbanê Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kampa Rukban li navçeya Tenef li ser sînorê Urdun-Îraq û Sûriyê yek ji navçeyên Sûriyê ye ku dûrî çavê Medyayê ye, ew navçe hem di nav biyabanê de ye, hem jî take navçeya başûrê Rojhliatê Sûriyê ye ku di destê opozisyona Sûriyê de ye.

Li navçeya Tenef binkeyeke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê heye, Çekdarên Opozisyona Sûriyê bi wan hêzan re wê navçeyê kontrol dikin.

Fermandarekî Artêşa Sûriyaya Azad ji Rûdawê re dibêje, ew li navçeya li ser sînorê Sûriyê, Iraq û Urdinê ne, Hêzên Amerîkî wan perderwe dikin.

Serokê Encûmena Xwecihî ya Kampa Rukban jî ji Rûdawê re got, ji sala 2019ê ve alîkarî ji ser kampê hatine birrîn û tu rêxstinek derbasî nav kampê nebûye, ji ber dorpêçên Sûriya, Rûsya, Iraq û Urdinê rewşa xelkê li zkampê gelek xirab e.

Li nav vê çola rût, bê darûber, bê av, ez zarokên Sûrî li nav vê axê dilîzin bêyî zanibin çi çarenivîs û siberoj li bendî wan in. Ev Navçeya Tinif, an jî navçeya 55 kîlometrî ye, navçeyeke jibîrkirî ye, dûr e ji çavên kamîre û rojnamevan in. Tora Medyayî ya Rûdawê, dîmen, zanyarî, û daxuyaniyên taybet ji aliyê serbazî û kargîrî yên wê navçeyê bidest xistine.

Şervanekî Artêşa Sûriyeya Azad ku li gel binkeya serbazî ya Amerîkî navçeyê kontrol dike ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Fermandarekî Artêşa Sûriyeya Azad anî ziman, “Em Artêşa Sûriyeya Azad li navçeya 55 li ser sînorê Sûrî, Urdînî, Îraqî ne, ku bi navçeya kêmkirina aloziyê tê naskirin. Em rahênan û piştevaniyê ji hêzên dost werdigirin ku hêzên Amarîkayê ne, û em rahênanên li ser çekên cor bi cor dikin. Me jêhatîbûneke astbilind wergirtiye bi taybet di taktîkên şerê serdem de, Ewlewiyeta erkê me parastina ewlehiya navçeyê û gerantîkirina silametiya sivîlan li navçeyê ye, û şerê Terorê bi hemû navên wê ye, ji DAIŞ û milîsên sînorbezên, û ji xeynî wan jî. Herwiha rûbirûbûna qaçaxçiyên madeyên hişbir û em tekez dikin ku emê sîstiyê li hember wan nekin. Em şervan in ne kujer in.”

Li navçeyê kampeke koçberên Sûrî heye, Serokê Encûmena Xwecihî ya Kampa Rukban zanyarî derbarê kampê de dan Rûdawê. Kampa Rukban, sala 2015ê hatiye damezirandin. Koçberê Kampê ji parêzgehên Himis, Dêrezorê, Heleb û Hemayê ne. Cihê kampê xaleke revê berû Urdunê bû, lê piştî daxistina sînor, koçber li vê kampê niştecî bûn. Mihemed el-Xalidî ji Rûdawê re behsa rewşa koçberên Kampê kir.

Serokê Encûmena Xwecihî ya Kampa Rukban Mihemed Ehmed Dirbas El-Xalidî got, “Ji sala 2019an ve alîkarî ji ser kampê hatine birrîn û tu rêxstineke derbasî nav kampê nebûye. Hejmara koçberên ku li vir civiyabûn di destpêkê de, dema koçveriya berû Urdunê derdora 110 hezar kesî bûn. Ji wî hejmara mezin, niha tenê derdora 6500 kesî li nav kampê mane. Bi sedema dorpêça tund li ser kampê ji hemû aliyan ve. Ji başûr ve Urdun, ji rojhilat ve Îraq, ji bakur û rojava ve, milîsên Îranê û rejîm û dagîrkerê Rûs. Rewşa koçberên Rukban wêran e. Derdê kêmbûna avê dikişînin, perwerde û fêrkirin nînin, kadirên tendirustiyê tune ne, tenê perestyar hene.”

Ebdulrezaq el-Xidir, berpirsê ragihandina Artêşa Sûriyeya Azad ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, navçeya 55 pênc li Tinif ji hemû aliyan ve dorpêçkirî ye û tenê yek deriyê gihandina kelûpelan li gel navçeyên hikûmeta Sûriyê heye, ew jî deriyê Cilêxim me. El-Xidir ji Rûdawê re sa zanîn ku li navçeyê Ofîsa Karûbasrên Sivîl ser bi Artêşa Sûriyeya Azad ve heye ji bo hevahengiyê di navbera sivîlan û artêşê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst