UNICEF: Li Sûriyeyê 4 hezar dibistan wêran bûne

13-09-2024
Loloxan
Wêneyê dibistanekê wêrankirî li bajarê Idlibê\ Wême: Arşîv
Wêneyê dibistanekê wêrankirî li bajarê Idlibê\ Wême: Arşîv
Nîşan Şerê Navxwe yê Sûriyeyê UNICEF Idlib Rewşa Perwerdeyê Wêranbûna Dibistanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Idlibê ya Sûriyeyê bi milyonan koçberên şerê Sûriyeyê li gelek kampên bêserûber hatine bicihkirin.

Li gorî zanyariyan, nifûsa bajarê Idlibê zêdeyî 2 milyon û 500 hezar kesî ye lê tevî kampên penaberan li tevahiya parêzgehê 4 milyon kes dijîn.

Zarok mexdûrên herî mezin ên şerê Sûriyeyê ne.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) şerê navxwe yê Sûriyeyê û rewşa koçberiyê bandoreke gelekî xirab li derûnê zarokan kiriye.

Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li ser rewşa zarokên Sûriyeyê raporek belav kir.

Li gorî raporê, ji havîna 2011an û heta niha li herêmên şer ên Sûriyeyê 4 hezar dibistan wêran bûne yan jî zerer dîtiye.

Her wiha li gorî raporê 2 milyon zarok ji xwendinê bê par mane.

Li kampên Idlibê mamoste bi zehmetî hewl didin xwendekaran fêr bikin.

Îsa Hisên mamoste ye û hewl dide zarokan fêrî xwendin û nivîsandinê bike.

“Em li dibistanan zehmetiyan dibînin”

Îsa Hisên behsa zehmetiyên li dibistanan kir û wiha got:

“Em li dibistana Hesen Bin Elî gelek zehmetiyan dibînin.

Fêrbûna li nav konan nabe, ev kon jî me ne ji germa havînê û ne jî ji serma zivistanê diparêzin.

Her wiha em ji ber kêmbûna berhemên xwendinê û zêdebûna hejmara xwendekaran derd û êşan dibînin.”

Li aliyê din, li gorî Neteweyên Yekbûyî ji ber şerê navxwe yê Sûriyeyê û koçberiyê bandoreke zêde neyînî li derûnê zarokan kiriye.

2 milyon zarok ji xwendinê bê par bûne

Îyad El Lik jî berpirsê perwerdeyê ye li kampên Idlibê.

Li gorî Îyad El Lîk fêrbûn û perwerde yek ji mafên sereke yên zarokan e.

Rejîma Sûriyeyê ji destpêka şerê navxwe ve zarok ji mafê fêrbûnê bêpar kirine.

Îyad amaje bi wê yekê dike ku rejima Sûriyeyê jêrxana perwerdeyê wêran kiriye, bi awayekî diyar dibistan ji aliyê rejimê hatine hilweşandin.

Li gorî UNICEFê ji havîna 2011an û heta niha li herêmên şer ên Sûriyeyê 4 hezar dibistan an wêran bûne yan jî zerer dîtiye.

Li gorî raporê 2 milyon zarok jî ji xwendinê bê par mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst