12 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin

05-09-2024
RÛDAW
Nîşan HTŞ Sûriye Leşker Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Laziqiyeyê yê Sûriyeyê di êrişeke Desteya Tehrîr el-Şamê (HTŞ) de fermandar jî di nav de 12 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin.

Desteya Tehrîr el-Şamê (HTŞ) li çeperên Waî Kelez û El Şerefê yên li Cebel Tirkmenê yê li bajarê Laziqiyeyê êrişî leşkerên Sûriyeyê kir.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di wan êrişan de fermanderek jî di nav de 12 leşkerên Sûriyeyê hatine kuştin.

Li aliyê din, SOHRê diyar kir ji destpêka îsal ve li "Herêma Kêmkirina Aloziyan" 283 operasyon û êriş hatine kirin.

Di encama wan operasyon û êrişan de 314 sivîl û çekdar hatin kuştin.

Her wiha leşkerekî Tirk û zêdetirî 124 çekdar jî birîndar bûne.

Di heman êrişan de 136 sivîl birîndar bûne ku di nav wan de 3 jin û 20 zarok jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst