2 şivan û 300 mêşin hatin kuştin!

06-09-2024
Nîşan Reqa Êriş Şivan Mêşin Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Reqaya li bakurê Sûriyeyê 2 şivan û 300 meşin hatin kuştin.

Bûyerê doh li çoltera Reqayê, li bajarokê Sebxayê li herêma Recûmê ya nêzîkî Çiyayê Bişriyê rû da.

North Pressê ragihand ku êrişkaran bombe bi 2 şivanan ve kirine û ew bombe teqandine û paşê jî gule li keriyê pez reşandine.

Li gorî heman çavkaniyê, piştî ku gundiyên li derdorê nêzîkî cihê bûyerê bûne bombe hatine teqandin.

Êrişkaran piştî teqandina bombeyan depoyên avê şewitandine û 300 mêşin bi guleyan kuştine.

Şêniyên herêmên dibêjin ku li wê derê gelek caran êrişî şivanan tê kirin.

Demên dawiyê li herêma Bişriyê êrişên komên ku Îran piştgiriyê dide wan zêde bûne.

Her wiha DAIŞê jî êrişên xwe yên li wê herêmê zêde kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst