Sûdanî: Îsraîlê bi kuştina Hesen Nasralah hemû xetên sor derbas kirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hizbulaha Libnanê Îraq Îsraîl Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kuştina Hesen Nasrallah ji aliyê Îsraîlê wekî “derbaskirina hemû xetên sor” pênase kir.

Mihemed Şiya Sûdanî amaje bi wê yekê kir ku kuştina Hesen Nasralah tawan e.

Mihemed Şiya Sûdanî kuştina Hesen Nasrallah şermezar kir û amaje bi wê yekê kir ku Îsraîlê hemû xetên sor derbas kirine.

Sûdanî di berdewamiya peyama xwe de Hesen Nasralah wekî “şehîdê rêya rast” bi nav kir û 3 roj şîn ragihand.

Artêşa Îsraîlê îro serê sibehê diyar kir ku di bombebarana Beyrûtê de Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah hatiye kuştin.

Hizbulaha Libnanê jî piştî nîvro kuştina Hesen Nasrallah piştrast kir.

Li aliyê din, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku cîhan ji bîr nake ku biryara kuştina Hesen Nasralah li Amerîkayê hatiye dayîn.

Îsraîlê doh Beyrût bi tûnd bombebaran kiribû û li gorî medyaya Îsraîlê armanca bombebarankirinê kuştina Hesen Nasralah bû.

Hizbulaha Libnanê jî diyar kiribû ku wan li dijî wan êrişên Îsraîlê dest bi avêtina mûşekan kiriye û tola xwe standine.

Ji ber êrişên Îsraîlê bi hezaran Libnanê berê xwe didin Sûriyeyê û ji Libnanê derdikevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst