Amerîka: Em dê bersivê bidin êrişan

12 demjimêr berê
Diyar Kurde
Linda Thomas-Greenfield / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Linda Thomas-Greenfield / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Amerîka Îraq Êriş Vekişîn Îsraîl Libnan
A+ A-

Washington (Rûdaw) - Linda Thomas-Greenfieldê got, “Em dê bersivê bidin wan êrişên ku hêzên me dikin hedef.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî diyar kiribû ku dê li Îraqê peywira Hevpemaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) di demeke nêzîk de biqede.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller jî gotibû, “Hevdîtinên ji bo vekişîna ji Îraqê berdewam dikin.”

“Em dê hêzên xwe biparêzin”

Nûnera Timî ya Amerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfieldê pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde yên li ser mijarê bersivandin.

Linda Thomas-Greenfieldê da zanîn, “Heta ku em ji Îraqê vekişin em dê hêzên xwe biparêzin.”

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir hêzên Amerîkayê yên li Îraq, Sûriye, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî gelek caran dibin hedefa êrişên komên çekdar.

Koma ku navê “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” li xwe dike piraniya van êrişan xistibûn stûyê xwe.

“Em dê bersivê bidin”

Linda Thomas-Greenfieldê diyar kir ku êriş bê bersiv namînin û wê got:

“Ew êrişên ku hêzên me dikin hedef cihê dilgiraniyê ne û em dê teqez birsivê bidin van êrişan.”

Teqînên li Libnanê

17ê Îlonê li Libnanê gelek Pagerên ku Hizbulah bi kat tîne bi hev re hatin teqandin.

Doh jî dîsa li herêmên cuda yên Libnanê gelek amûrên pêwendiyê teqiyan.

Li gorî amarên fermî yên Libnanê, di van teqînan de 32 kes mirine û 3 hezar 250 kes jî birîndar bûne.

Linda Thomas-Greenfieldê li ser van teqînan da zanîn, “Em hewl nadin ew tiştên ku li Libnanê diqewimin wekî tiştekî biçûk nîşan bidin.”

Nûnera Timî ya Amerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfieldê destnîşan kir ku ew naxwazin aloziyên li Rojhilata Navîn zêde bibin û li pey çû:

“Em dixwazin Hemas û Îsraîl hewl bidin ku nekevin nav şer û aloziyên nû û ew aloziyên heyî kûrtir nebin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst