VIDEO – Lêdan û îşkencekirina xwepêşanderan li Bexdayê

24-01-2020
RÛDAW
Li Bexdayê hêzên ewlehiyê yên Iraqê hejmarek ji xwepêşanderan îşkence dikin.
Li Bexdayê hêzên ewlehiyê yên Iraqê hejmarek ji xwepêşanderan îşkence dikin.
Nîşan Iraq Bexda Xwepêşandan Îşkence
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteserkirin û îşkencedana xwepêşanderan li Bexdayê berdewam e. Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê, daxwazê ji hêzên emnî dike ku dawî li îşkencekirina xwepêşanderan bînin.

Endamê Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê, Fazil Xerawî ji Rûdawê re ragihand, lêkolînên an dest pê kirine derbarê dîmenên îşkencekirina xwepêşanderan ji aliyê hêzên emnî ve li Bexdayê.

Ew endamê Komîsyona Mafên Mirovan, hevdem daxwaz ji hêzên emnî dike dawî li bikaranîn hêz û îşkencedanê berdin li ser xwepêşanderan ku ew dibe sedema zêdebûna qurbaniyan.

Fazil Xerawî herwiha dibêje, van dawiyan rewş heta radeyekê baş bûbû, pêş ku rewşa aloz di 2 rojên derbasbûyî de ku 10 xwepêşander hatin kuştin û bi sedan jî birîndar bûn li Bexda, Kerbela, Zîqar û Besrayê.

Ev yek di demekê de ye, ku li torên civakî vîdyoyek belav bûye ku tê de tê dîtin, hêzên emnî li ser Pira Mihemed Qasim li Bexdayê, xwepêşanderan desteser dikin û bi tundî li wan dixin û wan îşkence dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst