Keşnasiya Îraqê: Vê mehê dê careke din toz bibare

15-04-2025
RÛDAW
Nîşan Keşnasiya Îraqê Amir Cabirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Desteya Keşnasiyê ya Îraqê Amir Cabirî ragihand ku li gorî pêşbîniya wan vê mehê dê careke din toz bibare û havîna îsal jî dê nêzîkî ya par be.

Berdevkê Desteya Keşnasiyê ya Îraqê Amir Cabirî beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û behsa kêşûhewaya herêmê kir ku ku Nalîn Hesen pêşkêş dike.

14ê Nîsanê pêleke tozbarînê bandor li ser naverast û başûrê Îraqê kir û her kêm 3 hezar û 700 kesî ji ber tozê rastî bêhntengiyê hatine û serî li nexweşxaneyan dane.

Asta dîtinê kêm dibe

Amir Cabirî da zanîn ji ber pêla tozbarînê asta dîtinê heta 340 metreyan kêm bû û geştên asmanî li balafirgeha Besrayê rawestiya.

Bi gotina Amir Cabirî wan pêşbîniya vê pêla tozbarînê kiribû ku ji rojhilatê Siûdiyê û rojavayê Îraqê ve berê xwe da parêzgehên naverast û başûrê welat.

Cabirî li ser rewşa îro ya hewayê got ku asman dê li deverên başûrê Îraqê sahî be li Bexdayê jî bandora tozbarînê nemaye.

Li gorî Cabirî barîna tozê ya di vê mehê de ji ber pileyên germahiyê ye û ew dibêje di serdana biharê de bilindbûn û daketin pileyên germahiyê dibe sedema rabûna ba û tozê.

Cabirî her wiha got ku  ew pêşbînî dikin ku di vê mehê de pêleke din ya tozbarînê hebe lê nikarin bi dirûstî roja wê destnîşan bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst