Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeheke li parêzgeha Nînowayê fermana desteserkirin û girtina Murad Îsmaîlê çalakvanê navdar ê Kurd ê Êzidî bi sedema “heqareta” li Wezîrê Koçber û Koçberan da.
Çalakvanê Kurd ê Êzidî Murad Îsmaîl roja pêncşemê ji Rûdawê re da zanîn ku ev helwest biryareke siyasî.
Dadgeheke Mûsilê 24ê Adarê li ser giliyê Wezareta Koçber û Koçberan a Îraqê fermana desteserkirin û girtina çalakvanê Kurd ê Êzidî Murad Îsmaîl derxist.
Murad Îsmaîl xelkê Şingalê ye û li Amerîkayê dijî.
Wî ji Rûdawê re diyra kir ku berî fermana desteserkirin û girtinê ti bang û agahdarî ji dadgehê negihîştine wî ku karibe parastina xwe bike.
Murad Îsmaîl anî ziman ku ev binpêkirina rêkarên yasayî ye ku bi giştî herî kêm du gavan li xwe digire; agahdarkirina kesê ku gilî li ser e û daxwazkirina beşdariya wî kesî.
Çalakvanê Kurd ê Êzidî Murad Îsmaîl anî ziman:
“Ez bi vê gava dadweriyê mat mam. Min gelek caran rexne li Wezaretê û Wezîr bi xwe (Îvan Fayiq Cabro), li ser şikestina wan a di dosyeya koçberên Êzidî yên navxwe de girtin û ramanên min di vî warî li ser vê yekê bûn lê min sînorê rexneya pîşeyî derbas nekiriye.”
Çalakvanê Kurd ê Êzidî Murad Îsmaîl her wiha got:
“Bi baweriya min palderekî siyasî li pişt vê meseleyê ye û li aliyekî din, hewldaneke ji bo bêdengkirina rexnegiran e ku mîna min bi dehan pirsgirêkên vê Wezaretê derdixin holê.
Bi awayekî nefermî min bihîstiye ku kesên din jî hatine armanckirin lê ez ji vê ne piştrast im.”
Rûdawê pêwendî bi Wezareta Koç û Koçberan re danî lê wan heta niha bersiv nedane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse