Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî da zanîn ku Komkujiya Enfalê rûyê kirêt ê rejîma berê nîşan daye.
Sala 1988an zêdetirî 182 hezar zarok, jin û mêrên Kurd di êrişa Enfalê de ji aliyê rejîma berê ya Îraqê ve hatin qetilkirin.
"Vî sûcê hovane rûyê kirêt û nijadperest ê rejîmê eşkere kir”
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di salvegera 37an a Enfalê de peyamek belav kir û got:
"Vî sûcê hovane rûyê kirêt û nijadperest ê rejîmê yê li dijî gelê me û hêzên niştimanî eşkere kir.
Îraqî êşên sûcê rejîma rûxiyayî û komkujiya hovane ya ku 37 sal berê dijî endamên gelê me yê Kurd hatiye kirin tînin bîra xwe.
Îro biratî û jiyana aştiyane li hemberî hemû sedemên rik û nefretê bi ser dikeve ku Beasa Sedam hewl dida li nav çîn û beşên cihê yên gelê me bi pêkhateyên xwe yên curbicur de biçîne."
Şiya Sûdanî got ku "Stemkarî di tarîtiya dîrokê de bi dawî hatiye” û “Îraqî bi hev re beşdarî pêvajoya avakirinê û bipêşxistina Îraqeke yekgirtî bûne.”
Wî herî dawî silav “ji bo giyanê paqij ê şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Îraqê" şandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse