Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr diyar kir ku ew dê ew tevlî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê nebe û bersiva erênî neda Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd.
Biryar e ku hilbijartinên xula şeşemîn a Parlamentoya Îraqê 11ê Çiriya Paşîn a 2025an pêk were.
Beriya bi çend rojan Letîf Reşîd bi nameyekê de ji Sedr xwestibû ku tevlî hilbijartinan bibe, çimkî bi dîtina wî her pêvajoyeke siyasî ku Tevgera Niştimanî ya Şîe tevlî wê nebe kêmasî tê de heye.
Serokkomarê Îraqê bi fermî ji Muqteda Sedr xwestibû ku beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê bibe.
Letîf Reşîd di nameya xwe de gotibû, "Di çend mehên kêm ên paş de, ji bo diyarkirina parlementerên xula şeşemîn a parlamentoyê û ji bo ku parlamento nûnertiya alî û pêkhate û pêkhateyên civakî bike, pêwîst e ew partiyên ku nûnertiya wan dikin beşdar bibin.
Em û serkirdeyên din ên welêt vê valahiya siyasî dibînin ku ji ber vekişîna parlamenterên Fraksiyona Sedr di xula pêncemîn a parlamentoyê de çêbûye û niha dema vegerê ye ku Tevgera Niştimanî ya Şîe vegere da ku li wê rola xwe ya siyasî bilîze”
Roja 12ê Hezîrana 2022an, 73 parlamenterên fraksiyona Muqteda Sedr îstîfa kiribûn.
Serokkomarê Îraqê amaje bi wê yekê kiriye ku parlamento meydana rasteqîn e ji bo rastkirina wan kêmasiyan.
Her pêvajoyeke siyasî ku Tevgera Niştimanî ya Şîe tevlî wê nebe tê de kemasî heye."
Nameya Letîf Reşîd di medyayê de hat belavkirin, piştî nameyê Muqteda Sedr bersiv da nameyê û got:
“Ez beşdarî hilbijartinan nabim û min qet hewl nedaye ku hilbijartin bên paşxistin yan jî hilweşandin."
Di navbera 15ê Nîsan û 4ê Gulanê de partî, hevpeymanî û lîsteyên serbixwê ji bo beşdariya hilbijartinê dikarin serî li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê bidin.
Armanca komîsyonê ew e ku hejmara wan partî, rêxistin û hevpeymanên dê tevlî hilbihartinan dibin diyar bike.
Letîf Reşîd ragihand ku ji roja vekirina deriyê tomarkirina hevpeymaniyên siyasî û dengderan diyar kiriye, tevgereke siyasî ji bo pêkanîna pêdiviyên wê hilbijartinê dest pê kiriye.
Tevgera Sedr herî dawî tevlî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ya 2021ê bûbû.
“Ez dê wekî leşkerekî Îraqî bimînim”
Muqteda Sedr di hilbijartinên herêmî de ji alîgirên xwe xwestibû ku neçin ser sindoqan û hilbajrtinan boykot bikin.
Muqteda Sedr li ser boykota hilbijartinan got, "Dema min biryar da ku hilbijartin bên boykotkirin, min nedixwest ku bên paşxistin an jî hilweşandin lê tiştê ku ez dilgiran kirim ev bû ku gelê mezin ê Îraqê beşdarî wê bibe ji bo hilbijartina gendelan û kesên nemirovane û dizên pereyan ku heta niha jî pere venegerandine.
Tevî ku ez tevlî hilbijartinan nebûme û bi gendelan re tevlî hilbijartinan nebûme me jî ez dê wekî leşkerekî bimînim. “
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse