Li Dihokê xwepêşandan li dijî biryarên hikûmeta Iraqê bi rê ve çû

05-09-2023
RÛDAW
Xwepêşandana li Dihokê
Xwepêşandana li Dihokê
Nîşan Dihok Xwepêşandan Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dihokê, xwepêşandaneke befireh li dijî biryarên hikûmeta Îraqê bi rê ve çû.

Bi hezaran welatiyên Dihokê îro, ji bo protestokirina biryarên Bexdayê yên li dijî Herêma Kurdistanê û şehîdkirina ciwanên Kurd ên li Kerkûkê, li Parka Newrozê kom bûn.

Di nava xwepêşandanê de pêkhate, sendîka û saziyên cuda cuda beşdar bûn.

Wêneyên şehîdên Kerkûk hatin bilindkirin

Xwepêşanderan wêneyên şehîdên xwepêşandana Kerkûkê jî bilind kirin û got ku ew ti carî dest ji mafên xwe yên destûrî bernadin.

Piştî ku alîgirên Heşdî Şeibî li dijî radestkirina baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) rêya Kerkûk-Hewlêrê girt, welatiyên Kurd ên Kerkûkê roja 2yê Îlonê xwepêşandanek li dar xist û xwest rê bê kirin.

Dema ku xwepêşanderên Kurd nêzîkî devera ku çalakvanan berê rê lê girtibûn bûn, hêzên ewlehiyê gule li wan reşandin.

Di encamê de 4 Kurd şehîd bûn û 15 kes jî birîndar bûn.

“Bila hikûmeta Bexdayê pabendî yasaya budçeyê bibe”

Xwepêşanderan ji hikûmeta Îraqê xwest ku pabendî yasaya bûdceyê û destûra bingehî bibe.

Herwiha xwepêşanderan ji hikûmeta Bexdayê xwest ku rêkeftinên xwe yên bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re cîbicî bike.

Di xwepêşandanê de, li ser navê xwepêşanderan peyamek hat xwendin û organîzatorên xwepêşandanê ew peyam radestî aliyên fermî yên parêzgeha Dihokê kir.

Xwepêşanderan derbarê nerazîbûnên xwe de xwest ku daxwaznameya wan radestî aliyên navdewletî jî were kirin.

Parêzgarê Dihokê Elî Teter jî di xwepêşandanê de amade bû û got:

Em hatine daxwaza mafê xwe bikin. Ev daxwaziyên ku di vê xwepêşandanê de radestî me hatine kirin em dê bidin balyozxane û aliyên siyasî.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicive

Sibe Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicive û biryarê li ser qebûlkirin an jî redkirina wan 500 milyar dînaran dide, ku Hikûmeta Îraqê ji bo Herêma Kurdistanê dişîne. 

Îraqê bihayê 11 milyar dolaran petrol firotiye Ewropayê

Di 8 mehan de Îraqê bi bihayê 11 milyar dolaran, petrol firotiye Ewropayê.

Hinardeya petrola Îraqê li bazarên Ewropayê zêde bûye û Îraqê 8 mehên bi bihayê 11 milyar dolaran petrol hinardeyî bazarên Ewropayê kiriye.

Têvî yekê jî hikûmeta Îraqê pişka budçeya Herêmam Kurdistanê bi temamî naşîne. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst