Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Dadê ya Îraqê ragihand ku di çarçoveya yasaya efûya giştî de ku ji 21ê Çileya 2025an vir ve heye, zêdetirî 1000 girtî hatine berdan.
Di daxuyaniya ku îro ji aliyê wezaretê ve hatiye dayîn de, hat destnîşankirin ku piştî derketina yasaya efûya giştî, yasayê rasterast bandor li ser berdana gelek mehkûman kiriye û wija hat gotin:
"Di vê pêvajoyê de zêdetirî hezar mehkûman ji vê yasayê sûd wergirt û ji girtîgehan hatin tahliyekirin."
“Pêkanîna yasayê dem digire”
Berdevkê Wezareta Dadê ya Îraqê Ehmed Leîbî ji Rûdawê re diyar kir ku pêkanîna yasayê dem digire û got:
“Hê jî yasa di qonaxa pêkanînê de ye. Lê divê dosyeya her kesê ku girtî bi baldarî were lêkolînkirin.
Ev yek dibe sedem ku pêvajo dirêj bibe. Divê em zelal bikin ku di derheqê wî de ti îtîraz an astengiyeke hiqûqî nîne."
67 hezar girtî hene
Li gorî daneyên Wezareta Dadê, li Îraqê 30 girtîgeh hene û bi giştî zêdetirî 67 hezar kes wekî girtî yan mehkûm di van girtîgehan de dimînin.
Ji van kesan hezar û 600 mehkûmên biyanî ne.
Yasaya efûya giştî, rêziknameyek e ji bo sererastkirina nasname û rewşa hiqûqî ya kesan û 21ê Çileya 2025an ji aliyê Parlamentoya Îraqê ve hatiye pejirandin.
Her wiha Komîteya Bilind a Dadweriyê ya Îraqê 3yê Adara 2025an rênîşandana pêkanîna yasaya lêborîna giştî weşandibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse